Li Îzmîrê yek jê rojnamevan 4 kes hatin binçavkirin

  • 13:54 25 Îlon 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Li Îzmîrê di serdegirtinên malan de rojnamevan Lutfiye Burcu Kara jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin. 
 
Polîsan vê sibehê li Îzmîrê bi ser gelek malan de girtin. Di lêgerînên malan de computer, telefon û materyalên dîjîtal hatin desteserkirin û kelûpelên malan hatin belawelakirin. Nûçegihana Rojnameya Mucadele Bîrlîgî Lutfiye Burcu Kara jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin. Hevdîtina parêzeran a bi binçavkiriyan re ji bo 24 saetan hat sînordarkirin. Binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê. 
 
Her wiha polîsan deriyê Nûnertiya Mucadele Bîrlîgî ya Îzmîrê jî şikandin û ketin hundir lêgerînê pêk anîn. Di lêgerînê de pirtûk û arşîva rojnameyê hatin destesrkirin. 
 
Hat zanîn ku her çar kes di çarçoveya lêpirsînek li ser gilîkirina şahidek veşarî hatiye destpêkirin de hatine binçavkirin. Hat diyarkirin ku her çar kes jî ji belavkirina belavokan, beşdarbûna bîranînê, nivîsandina nivîsên li ser dîwaran û beşdariya daxuyaniyên çapemeniyê tên tawanbarkirin.