Halîse Aksoy: Ez li vir li berxwe didim 2024-01-12 14:05:53   AMED - Halise Aksoy a bi beyanên Umit Akbiyik hat girtin, nehat tehliyekirin. Ev biryar li eywanan dadgehê bi tilîlî û çepikan hat şermezarkirin. Haliseyê li eywana dadgehê got:"Min meraq nekin, ez li vir li berxwe didim."   Rûniştina duyem a Halise Aksoy a ku hestiyên kurê wê Egît Îpek ê HPG'yî bi kargoyê re jê hat şandin û bi beyanên îtirafkar Umit Akbiyik hat girtin, li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Haliseyê û parêzerên wê Zeynep Karayilan û Necat Çiçek li eywanê amade bûn.    Xizmê Haliseyê, DBP, Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, Parlamenter Adalet Kaya û Ceylan Akça, Însiyatîfa Edalet û Rêzgirtinê ya Miriyan, OHD û gelek kes tevli rûniştinê bûn.    Di rûniştinê de berê li şahidê eşkere Hatip Guney hat guhdarkirin. Hatip li vir got ew Haliseyê nas nake û li mala wê nemaye bêtir wê ji medyayê nas dike.    Dozgeriyê di mutalaya da de dewamiya girtinê xwest.    'Min bi neheqî li vir digirin'   Haliseyê piştre parastin kir û got:"Ez daxwaza dewamiya girtina xwe qebûl nakim. Min bi neheqî li vir digirin. Buxtana dixin hustê min. Ez tehliyeya xwe dixwazim."   'Delîlên şênber tune ne'   Necat Çiçek ê parastin kir da zanîn ew îştirakî mutalayê nakin û got delîlên şênber ên îtifafkaran tune ne.    Zeynep Karayilan a piştre parastin kir got beyanên tên dayin biguman in.    Dadgehê rûniştin taloqî 19'ê Nîsanê kir.    Ev biryar li eywanan dadgehê bi tilîlî û çepikan hat şermezarkirin. Haliseyê li eywana dadgehê got:"Min meraq nekin, ez li vir li berxwe didim."   Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya da zanîn li holê dosyayek ji derewan hatiye çêkirin, heye û got Haliseyê dayika me hemûyan e ew ê li gel têkoşîna wê ya hiqûqê be.    Piştî axaftinan girseyê dirûşmên "Zext nikare serî bi me bide tewandin","Jin jiyan azadî" berz kir.