Nergîs Muhammedî bang li NY’ê kir

  • 14:31 25 Îlon 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN  - Xelatgira Xelata Aştiyê ya Nobelê Nergîs Muhammedî ku a niha li Tehranê girtî ye, ji Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî re (NY) nameyek şand û di nameya xwe de bang li NY’ê kir ku li hemberî zextên li Îranê bi awayekî lez tevbigere.
 
Aktîvîsta mafên mirovan a girtî Nergîs Muhammedî têkildarî binpêkirinên mafan ên li Îranê ji Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî re nameyek şand.
 
Name li ser hesaba Instagramê ya Nergîs Muhammediyê hate parvekirin. Xelatgira Nobela 2023’yan ya 52 salî ji Mijdara 2021’an heya niha rehîn tê girtin. Nergîs Muhammedî piraniya deh salên jiyana xwe yên dawîn di girtîgehê de derbas kiriye. 
 
Naveroka nameya ku ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re hatî nivîsandin wiha ye:
 
‘’Bi ser şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re du sal derbas bûne. Tevgerên demokratîk bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’’ daxwazên xwe yên demokrasî û wekheviyê qîr dikin.  Bedêla vê hevgirtin û serhildanê weke serhildan û tevgerên civakî yên beriya niha bû çewisandineke hovane.
 
Cîhan şahidiya girtin, qetilkirin û darvekirina jinan ya li kolan, navendên binçavkirinê û girtîgehan dike.
 
Tiştên ku rû didin, dibin sedema bifikarbûna me.  Ji parêzvanên mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî re cezayê darvekirinê hate birîn.  Di civîna Desteya Giştî ya Neteweyên Yejbûyî de wê nûnerên hikûmeta Îranê jî  tevlî civînê bibin. Hêvî û ricaya min ji we ew e ku hûn  ne bi gotin û henekan bi awayekî cidî û çalak li nêzî demokrasî û aştiya Rojhilata Navîn û Îranê bibin.  Mafên mirovan bikin pêşmercê hemû mizakireyan.
 
Em dixwazim ku înfazên li dijî girtiyên siyasî yên zêde û bêînsaf werin sekinandin, hemû girtiyên siyasî werin azadkirin, zext û cihêkariya zayendî ya sîstematîk ya li dijî jinên Îranî weke sûc were qebûlkirin û zextên li dijî saziyên sivîl ên serbixwe werin bidawîkirin. Ji bo ku hemû ev daxwazên me werin bicihanîn jî, em dixwazin ku hûn bi awayekî  lez û bi biryar gavên hewce biavêjin.’’