Dilşah Kocakaya hat girtin

  • 10:47 2 Mijdar 2023
  • Hiqûq
 
STENBOL - Di doza Derhêneriya Weşana Nobedar a Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin de Dilşah Kocakaya ya cezayê wê hat erêkirin hat girtin. 
 
Ji ber nivîsa Dilşah Kocakaya ya di Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin de bi îddiaya "Propagandaya rêxistinê" salek û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Ev ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin û Dilşahê do li Edirneyê hat binçavkirin. Piştî biryara erêkirinê ya Dadgeha Bilind li Muduriyeta Emniyetê ya Edirneyê hat xwendin Dilşahê şandin girtîgehê. 
 
Derbarê şandina kîja girtîgehê de tu agahî nehat bidestxistin. 
 
Daîreya Sêyemîn a Dadgeha Bilind di 17'ê Gulana 2023'yan de cezayê Dilşahê erê kir û salek û 3 ceza li Dilşahê hat birîn.