2'yê Mijdara 1989: Parêstvana maf Anne Knîgt hat dinê

  • 09:48 2 Mijdar 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Parêstvana maf a femiîst ku bi têkoşîna xwe ya li hemberî koledariyê dihat zanîn Anne Knîgt di 2'yê Mijdara 1789'an de hat dinê. 
 
1789: Anne Knight ku di dîrok têkoşîna jinan de cihek girîng digire îro hat dinê. Anne li hemberî koletiyê her tim di nava têkoşînê de bû. Nehiştin parêzvana mafên mirovan Anne tevlî Peymana Têkoşîna li Dijî Koletiya Cîhanê bibe. Anne piştî astengiyê dest bi têkoşîna mafên jinan kir. Di sala 1847'an de ji bo mafê dengdayînê ya jinan cara yekem broşûrek derxist. Di sala 1851'an de jî bi jinên Îngilizan re ji bo mafê dengdayînê ya jinan Rêxistina Siyasî ya Jinan Sheffieldê ava kirin. Anne, di 4'ê cotmeha 1862’an de jiyana xwe ji dest da. 
 
Hin bûyerên girîng yên din ku di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1989: Jinên Feminîst ku li dijî destdirêjiyê kampanya bi dirûşma, "Bedena me ya me ye ji destdirêjiyê re na" dan destpêkirin, 2'yê Mijdara 
 
Jinan li dijî destdirêjiyê, derziyên mor ku sembola têkoşîna li dijî destdirêjiyê bûn li kosterên Kadikoy -Karakoyê yên Stenbolê belav kirin.
 
2015: Li Kîel a Elmanyayê jin li Navenda Civakê ya Kurd a Demokratîk civiyan 30 komînên jinan hatin avakirin.