Hejmara zarokên li Xezayê hatin kuştin derket 3 hezar û 648’an

  • 09:37 2 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate aşkerekirin ku di êrişên li dijî Xezayê de 3 hezar û 648 jê zarok 8 hezar û 796 kesan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê bi awayekî tund berdewam dikin. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Eşref el-Kudra têkildarî mirinên li Xezayê daxuyaniyek da çapemeniyê. Eşref el-Kudra, da zanîn ku di êrişên ji 7’ê cotmehê ve li dijî Xezayê hatin kirin de 3 hezar û 648 zarok û 2 hezar û 290 jê jin 8 hezar û 796 kes hatine kuştin. Eşref el-Kudra aşkere kir ku 22 hezar û 219 kes jî di êrişan de birîndar bûne. 
 
Eşref el-Kudra anî ziman ku îxbar girtine ku ji roja destpêka êrişan ve 2 hezar û 30 kes jî di bin kavilan de ne.