Li Rojava pîrozvahiyên Roja Kobanê ya Cîhanê

  • 21:08 1 Mijdar 2023
  • Rojane
NAVENDA - Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Roja Kobanê ya Cîhanê de diyar kir ku çawa berxwedana gel Kobanê rizgar kir, ew ê bi heman ruhê berxwedan û têkoşînê, herêmên ku Tirkiye û komên girêdayî wê  dagir kirine jî rizgar bikin.
 
Bi wesîleya ‘Roja Kobanê ya Cîhanê’ li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî hatin lidarxistin.
 
Di vê çarçoveyê de Meclisa Kongra Star daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew serî li hember fedakariyên kesên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane ditewînin û hate destnîşankirin ku berxwedana Kobanê ji bo çeteyên DAIŞ′ê û piştevanên wan, di serî de Tirkiye, derseke dîrokî ye, her wiha li dijî dagirkeran destaneke lehengiyê bû. Her wiha hate gotin ku divê herêmên Tirkiyeyê  ew dagir kirine, werin rizgarkirin, di serî de Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.