Doza Vatînîsê ku kêm maye bikev ber demboriyê hat taloqkirin

  • 16:53 1 Mijdar 2023
  • Hiqûq
 
KIRIKKALE - Doza Vartînîsê ya ku kêm maye bikev ber demboriyê, careke din hat taloqkirin.
 
Doza Vartînîsê ku piştî qetilkirina 9 kesên di 3'yê Cotmeha 1993'yan de  ji heman malbatê bi rêya şewatandina malê hatin qetilkirin û piştî dadgeha bilind biryara redkirinê da ji nû ve tê dîtin ku kêm maye bikeve ber demboriyê  20'emîn rûniştina wê  li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê hat dîtin.
 
Serokwekîlê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Ozturk Turkdogan, Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nuray Çevirmen û Navenda Bîrgehê beşdarî danişînê bûn. Ji parêzerên dosyayê Kadîr Karaçelîk û Fuat Ozgul bi rêya Sîstema Agahdariya Deng û Dîmenê (SEGBÎS) ji Mûşê tevli daneşînê bûn.
 
Daxwaza demê
 
Rûniştin bi parastina parêzeran hat destpêkirin. Parêzer Fuat Ozgul û Kadîr Karaçelîk ên ji Mûşê tevli rûniştinê bûn, parastina xwe ya berê dubare kirin û dem xestin. 
 
Rûniştin hat taloqkirin
 
Piştre dadgehê doz taloqî 4'ê Kanûnê saet 10.30'an kir.