Çalakiyên Roja Kobanê ya Cîhanê hatin lidarxistin

  • 15:43 1 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de bi daxuyaniyên li gelek bajaran hatin dayîn re berxwedana dîrokî hate silavkirin û kesên jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn. Di peyamên hatin dayîn de hate bibîrxistin ku kesên li Kobanê li ber xwe dan cîhan ji belaya DAIŞ’ê xelas kirin û banga mezinkirina hevgirtina bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hate kirin
 
Îro salvegera 9’emîn a îlankirina 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê ji aliyê Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê (EUTCC) Yekîtiya Ewropa (YE) ve û Înîsiyatîfa Kampa Aştiyê bi armanca piştgiriya bi berxwedana li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Êrişên li dijî Kobanê tevî 9 sal derbas bûne jî berdewam dikin. Îro li gelek deverên cîhanê Roja Kobanê bi hin çalakî û aktîvîteyan tê pîrozkirin. Yek ji navenda çalakî û aktîvîteyan jî bajarên bakurê Kurdistanê ne. 
 
Wan
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê jî bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Rêvebera komeleyê Ayten Kiran a di daxuyaniya li avahiya şaxê hate dayîn de axivî, wiha got: “Em weke parazvanên mafên mirovan berxwedana gelê kurd a 134 rojan a li dijî DAIŞ’ê silav dikin. Roja Kobanê ya Cîhanê.”
 
Riha
 
DBP, HEDEP û HDP li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan a li navçeya Halîliyeyê daxuyanî da çapemeniyê. Meclisa Dayikên Aştiyê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya ku pankarta “1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz be” hate vekirin de Hevseroka HDP’a Rihayê Garîbe Yeşîl axivî. Yeşîl, bal kişand ser berxwedana li Kobanê. Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû. 
 
Agirî
 
Li Agiriyê jî Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin. Gelek kes tevli pîrozbahiya ji aliyê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bazîdê ve li avahiya partiyê hate lidarxistin bûn. 
 
Hevserokê HDP’a Navçeyê Serhat Ceylan têkildarî girîngî û wateya rojê axivî. Dû re malbatên zarokên xwe di berxwedana Kobanê de winda kirin, pasteya hate amadekirin birîn. Di pîrozbahiyê de he her tim dirûşmeya “Bijî Berxwedana Kobanê” hate berzkirin. 
 
Enqere
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê têkildarî Roja Kobanê ya Cîhanê li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Enqereyê jî beşdarî civînê bûn. Li eywana civîn lê hate lidarxistin pankarta “Mirov bi mafên xwe mirov e” hate daliqandin. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Asli Saraç a di civînê de axivî, wiha got: “Em weke parazvanên mafên mirovan berxwedana gelê kurd a 134 rojan a li dijî DAIŞ’ê silav dikin. Em li hemû cîhanê careke din daxwaza xwe ya aştî û demokrasiyê tînin ziman. Roja Kobanê ya Cîhanê Pîroz Be.”
 
Sêrt
 
Li Sêrtê bi daxuyaniya çapemeniyê ya li ber Rêxistina HEDEP’a Sêrtê bal kişandin ser Roja Kobanê ya Cîhanê. TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik a qeyûm tayînî şûna wê hate kirin, rêveberên HEDEP û DBP’ê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuayaniya hate dayîn de bal hate kişandin ser Berxwedana Kobanê û piştevaniya li dora wê bû xeleq têkbirina DAIŞ û hişmendiya alîkariya wê dikir.