Rapora girtîgehan: Dixwazin bi pirsan girtiyan manîpule bikin

  • 14:47 1 Mijdar 2023
  • Rojane
 
WAN - Baro, OHD û TUHAY-DER ên Wanê bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Wan, Panos û Xelatê û hat gotin girtiyên nexweş nayên tedawîkirin, nameyên kurdî nadin girtiyan û rêveberiya girtîgehan bi pirsên wek “gelo tu derkevî tu yê bizewicî?” berdana girtiyan asteng dikin. 
 
Baroya Wanê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Wanê û Komeleya Alîkariya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAY-DER) rapora têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind, Tîpa F û Tîpa T’yê, Girtîgeha Panosê ya Tîpa T’yê û Girtîgeha Xelatê ya Tîpa T’yê li avahiya baroyê eşkerekirin. Rêveberên saziyan beşdarî civîna çapemeniyê bûn. 
 
Girtiyên nexweş dereng dibin nexweşxaneyan
 
Rêveberê OHD’ê Medenî Gur rapor xwend. Medenî da zanîn ku wan li girtîgehan serdana girtiyan kiriye û girtiyan ragihandiye ku girtiyên nexweş dereng dibin nexweşxaneyan û li hin girtîgehan jî girtiyên nexweş qet sewqî nexweşxaneyan nayên kirin û hin girtiyên dibin jî bi kelemçekirî dibin û lêgerîna nava dev pêk tînin. Medenî got bi taybetî şert û mercên tedawîkirina girtiyên nexweş ji holê hatine rakirin û mafê girtiyan ê xwegihandina mafê tenduristiyê tê binpêkirin. 
 
Nizama leşkerî li girtiyan tê ferzkirin
 
Medenî anî ziman ku li girtîgehên ku serdana wan kirine rêveberiyên girtîgehan kota di navbera 3-10 pirtûkan de anîne û got: “Lig elek girtîgehan pirtûkên kurdî, nameyên kurdî nadin girtiyan. Rojnameyên Yenî Yaşam, Evrensel, Bîrgunê nadin girtiyan. Ev jî tê wateya binpêkirina mafê xweperwerdekirinê û azadiya raman û derbirînê.” Medenî  da zanîn ku hema bêje li hemû girtîgehan xwarina didin girtiyan têr wan nake, xwarin nexweş û nepaqij e û ew birçî dimînin. Medenî  anî ziman ku li girtîgehan nizama leşkerî li girtiyan tê ferzkirin. 
 
‘Dixwazin bi pirsan girtiyan manîpule bikin’ 
 
Medenî destnîşan kir ku Desteyên Çavdêrî û Îdareyê yên girtîgehan berdana girtiyên ku dema berdana wan hatiye asteng dikin û got: “Desteyên çavdêriya îdareyê bi temamî wek dadgehan nêzî girtiyan dibin. Ji girtiyan pirsên wek, ‘gelo tu derkevî tu yê bizewicî?’, ‘Gelo tu PKK wek rêxistinek terorê dibînî?’ û ‘Gelo tu der barê Abdullah Ocalan de çi difikirî’ ji girtiyan dikin. Dixwazin bi van pirsan girtiyan manîpule bikin. Bersiva girtiyan çi be jî lê 3 meh û 6 meh berdana girtiyan taloq dikin. Ev rewş êdî bi temamî kêfî tê kirin û ev tişt bi giştî dûrî hiqûqê ne.” 
 
Medenî di dawiya raporê de pêşniyazan rêz kir û xwest dawî li binpêkirina mafên girtiyan bê anîn.