Roja Kobanê ya Cîhanê: Divê gelên Rojhilata Navîn bibin yek

  • 12:48 1 Mijdar 2023
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Bi munasebeta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Qoserê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê hat gotin divê li dijî zilmê gelên li Rojhilata Navîn bibin yek. 
 
Bi munasebeta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek cihan çalakî tên lidarxistin. Bi vê çarçoveyê li Qosera Mêrdînê serdana goristanên Murat Yurtgul û Emrullah Akhamur hat kirin. Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Pirsûsa Rihayê 33 rêwiyên xeyalan ên xwestin pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bişînin ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin. MEBYA-DER, DBP, HDP, HEDEP û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. 
 
'Di destên wan de ne çek pênûs hebû'
 
Daxuyaniyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Hevseroka HDP'ê ya Qoserê Aysel Avay daxuyanî xwend. Ayselê wiha got:"Di destên wan de ne çek pênûs hebû. Wê ji zarokên Kobanê re pêlîstok bişandana. Lê belê sîstema dagirker zarokên me qetil kir. Ew bûn kevokên azadiyê. Em vê wehşetê dîsa şermezar dikin."
 
'Em hêvî dikin 1'ê Mijdarê bibe wesîleya aştiyê'
 
Piştî Ayselê Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Alaaddin Turan wiha got:"Li dijî faşîzmê şerekî mezin dest pê kir hat qezenckirin. Ev ji bo cîhanê mînakek e. Em hêvî dikin 1'ê Mijdarê bibe wesîleya aştiyê."
 
Piştre jî apê Murat Yurtgulê hat qetilkirin, Yusuf Yurtgul bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn didome û got bila êrişên nîjadperest ên li dijî kurdan bi dawî bibe. 
 
Piştî axaftinan qurnefîl danîn ser gorên Murat û Emrullah. 
 
Daxuyanî bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.