DBP: Bi Şoreşa Rojava re jiyaneke nû hat avakirin

  • 12:44 1 Mijdar 2023
  • Rojane
 
AMED - Li Amedê bi pêşengtiya DBP’ê tekildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobaniyê ya Cîhanê  daxuyanî hat dayîn. Hevseroka DBP Sultan Yaray diyar kir ku  Şoreşa bi berxwedan û têkoşîna jinan mezin bû li dijî sîstema qapîtalîst bû alternatîfa jiyaneke wekhev,  demokratîk û azad. 
 
Li Amedê bi pêşengtiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) derbarê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê de daxuyanî hat dayîn. Rêxisitn û sazîyên sivîl tevli daxuyaniyê bûn. Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk Sultan Yaray metna daxuyaniyê xwend û got,"Bi serkeftina Şoreşa li Rojava re jiyaneke nû hat avakirin û ev şoreş bi berxwedan û pêşengiya jinan mezin bû.
 
'Berxwedan dewam dike'
 
Sultanê di destpêka axaftina xwe de diyar kir gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê bi salan e li dijî dagirkerî, êriş, tunehesibandin, tundî û îşkenceyê li berxwe dide. Sultanê destnîşan kir ku ji bo parastina doza têkoşîna xwe ji bo parastina nasnameya xwe her tim serî hilda ne û wiha berdewam kir:”Kurdan li dijî dewletên axa wan dagir kirine serî netewandine û çong dananîne. Ji dîrokê heta niha berxwedaneke bi rûmet a gelê Kurd dewam kiriye. Yek ji mînakên vê berxwedanê jî berxwedana li Kobanê ye û Şoreşa Rojava ye. Şoreşa Rojava şoreşa jinan e. Bi Şoreşa Rojava re li cîhanê jinên kurd bûn feyzeke mezin.”
 
'Bi Şoreşa Rojava re jiyaneke nû hat avakirin'
 
Sultanê di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd ên li dijî DAIŞ'ê û daxuyand ku jinên kurd têkoşîneke bêhempa dan. Sultanê da nîşandan ku bi serkeftina Şoreşa li Rojava re jiyaneke nû hat avakirin. Bi berxwedan û pêşengiya jinan ev şoreş mezin bû, ji jinan re rêyeke fireh vekir û li dijî sîstema qapîtalîst bû alternatîfa jiyaneke wekhev, demokratîk û azad. Piştî Şoreşa Rojava ya wekî şoreşa jinê tê pênasekirin jinan di hemû qadan de cihê xwe girtin û pergaleke li ser esasên hevkariya gelan, azadiya jinan hat avakirin. Kesên xwediyê Xelata Nobelê, akademîsyen, nivîskar, rewşenbîr, saziyên civaka sîvîl û gelek kesan bang kirin da ku 1'ê Mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê bê îlankirin. Bi vê munasebetê û bi serhildana di peşengiya jinên kurd, gelê kurd di 1'ê Mijdara 2014'an de 1'ê Mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin.”
 
‘Serkeftin hat pîrozkirin’
 
Sultanê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku li gelek welatên cîhanê bi milyonan kes bi kurdan re ketin nava piştevaniyeke xurt. Ji ber ku hemû cîhanê fêm kir ku gelê Kurd li dijî hovîtiya DAIŞ'ê li berxwe da. Loma jî li gelek welatên cîhanê peyamên piştevaniyê ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê tên dayîn. Bi taybet  serkeftina jinên kurd a di şoreşê de hat pîrozkirin.”
 
Êrîş dewam dikin
 
Sultanê daxuyakirin ku li dijî şoreşa Rojavayê bi hevkariya dewletan êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê hîn jî dewam dikin.  Sultanê anî ziman ku di 2018'an de Tirkiyeyê bi piştevaniya dewletên cîhanê êrişî Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê kir û li wir xweza û dîroka gelê Kurd hat talankirin. Sultanê destnîşan kir ku li dijî van êrişan gelê kurd li her çar aliyên Kurdistanê û li cîhanê têkoşîna xwe didomîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo pergaleke piştevaniyê, ji tundiyê dûr, demokratîk û aştiyê diparêze, ava bikin kurdan her tim li berxwe dan û ev berxwedan hîn dewam dike. Loma em di wê baweriyê de ne ku ew ê kesên li Kobanê li berxwe dan bi ser bikevin.
 
Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên hov, bû semboleke berxwedanê. Têkoşerên li Kobanê li berxwe dan cîhan ji belaya DAIŞ'ê rizgar kirin. Loma jî piştevaniya bi Kobanê re gelekî girîng e. Em bang li hemû sazî û dezgehên li qada navneteweyî, raya giştî ya cîhanê û parêzvanên mafên mirovan ên li qada navneteweyî dikin ku ji bo xwedîderketin li berxwedanan Kobanê dengê xwe bilind bikin. Piştevaniya bi Kobanê re, bi Rojavayê Kurdistanê re xurt bikin.”