Rêveberiya Xweser: Kobanê bi berxwena xwe veguherî mîrasekê

  • 12:35 1 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li gelan kir ku mîna li Kobanê kir, piştgiriyê bidin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
 
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi minasebeta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Bajarê Kobanê bi berxwedana xwe ya dîrokî û bi saya şervanên YPG/YPJ'ê ji bo gelê me veguherî mîraseke lehengiyê, ji bo tevahî cîhanê jî veguherî mîraseke mirovahiyê. Li Kobanê rêxistina DAIŞ'ê hat şikandin û ruxmî piştgiriya yekser a dewleta tirk jî, ji armanca xwe ya avakirina dewleta Îslamê li Şam û Iraqê paşde gav avêt.
 
1'ê Mijdarê (Roja Kobanê ya Cîhanê) ku gelên cîhanê ji bo piştevaniya Kobanê daketin qadan, di dîroka Rojhilata Navîn a nûjen de bûyereke dîrokî ye, her wiha gaveke girîng e ji bo piştgiriya gelan ji hev re di têkoşîna azadî û demokrasiyê de.
 
Di salvegera 9'emîn a rizgarkirina Kobanê û di Roja Kobanê ya Cîhanê de, em carek din spasiya gelê xwe dikin ku helwesteke dîrokî nîşan da. Mîrasê berxwedana Kobanê mîraseke mirovahiyê ye û ji bo gelên azadîxwaz û demokratîk destkeftî ye. Her wiha em spasiya hemû pêkhateyên gelê me yê Sûriyeyê, Kurdistanê û enternasyonalîstên azadîxwaz ên ku xwedî li Kobanê derketine dikin.
 
Lê belê ji bo rakirina tola terora cîhanî (DAIŞ) hê jî herêmên me û di nav de Kobanê bi gef û êrişan re rû bi rû ne. Dewleta tirk êrişî herêmên me dike, sûcan pêk tîne, binesaziyê xira dike û gefê li aramî û ewlehiya wê dixwe. Her wiha gefê li destkeftiyên li dijî DAIŞ'ê û terorê hatine bidestxistin dixwe.
 
Em piştgiriya cîhanî ji bo Kobanê bi nirx dibînin. Parastina destkeftiyan bi berdewamkirina van helwestên piştgiriya şoreşa gelê me û şerê wî yê li dijî terorê dikin, sekinandina li hember dewleta tirk, teşhîrkirina siyasetên wê û piştgiriya wê ji terorê re û vekirina lêpirsînê der barê qirkirina ku li dijî gelê me pêk tîne, pêkan e.
 
Em ji gelê xwe re dibêjin ku mîrasa berxwedanê ya Kobanê û meşa şehîdên Kobanê û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bibe ronahiya biryar û îradeya me ya ji bo bidestxistina daxwazên gelê me û parastina pêkhateyên gelê me. Her wiha dê rê li ber rizgarkirina herêmên me yên dagîrkirî û berdewamkirina şerê li dijî terorê û fitneyê veke. Em bawer in ku gelê me dê bi vîna xwe serkeftinê pêk bîne, herêmên dagirkirî rizgar bike û Sûriyeya yekgirtî ava bike.”