Li Îzmîrê Komxebata Stargehên Jinan tê lidarxisitn

  • 10:57 1 Mijdar 2023
  • Rojane
 
ÎZMÎR - 26'emîn Kongreya Sitargeh û Navendên Piştevaniya Jinan ku bi dirûşma "Cîhanek bê stargeh" wê li Îzmîrê bi pêşengiya Komeleya Hevgirtina Jinan a Îzmîrê bê lidarxistin.
 
26'emîn Komxebat Sitargeh û Navendên Piştevaniya Jinan a ku bi daxwaza "Cîhanek bê sitargeh" di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê bê lidarxistin, wê ji aliyê Komeleya Piştevaniya Jinan a Îzmîrê ve di 4'ê Mijdarê de bê lidarxistin û heta 6 Mijdarê dê bidome. Mijara sereke ya kongreya îsal  wê pêşîlêgirtina şîdeta mêr a li ser jinê be.
 
Di roja ewil a komxebatê de dê forumeke mezin ji her kesî re vekirî bê lidarxistin û her wiha dê civînên cuda bên lidarxistin. Di roja duyemîn de jî dê atolyeyên ji çapemeniyê re girtî bên lidarxistin. Di roja dawî de wê encamên komxebatê û daxuyaniya dawî ya komxebatê werin xwendin.