'Berxwedana Kobanê di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girt'

  • 09:09 1 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Taxa Şexmeqsûdê têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û Şoreşa Rojava dan zanîn ji destpêka şoreşê de her daxwaza dijmin têkbirina hêza jinan bû lê li hemberî vê yekê îro bi berxwedana tevahî jinên di Rojava de derbeyek mezin li dijmin ket û gotin:"Têkoşîna jinên kurd a li Kobanê dest pê kir îro dewam dike. Berxwedana Kobanê di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girt."
 
Piştî Şoreşa li Rojava jiyaneke nû li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin. Bi pêşengiya jinan ev şoreş mezin bû û bû alternatîfa jiyaneke wekhev û azad. Ev şoreş wekî şoreşa jinê hat pênaskirin. Jinên kurd ji ber li Kobanê DAÎŞ têk birin, loma jî cîhan di bin bandora Şoreşa Rojava de ma. Loma di 1'ê Mijdara 2014'an de 1'ê Mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin. Lê belê bi hevkariya dewletan êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojava her tim dewam kirin. Di 2018'an de Tirkiyeyê bi piştevaniya dewletên cîhanê êrişî Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê kir. Li vir ket nava hewldanên guhertina demografiyê û bû sedem ku gelê kurd dîsa li ser axa xwe bibin koçber. 
 
Piştî Şoreşa Rojava ya wekî şoreşa jinê tê pênasekirin jinan di hemû qadan de cihê xwe girtin û pergaleke li ser esasên wekhevî û azadiyê hat avakirin. Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a bajarê Helebê Muna Kibik, Hevseroka Meclisa Pakrewan Gelhat a Taxa Şerqî, Nehle Mustafa, Hunermend û Endama Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya bajarê Helebê Yasmîn Kuşan têkildarî têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û Şoreşa Rojava nirxandin kirin. 
 
'Şoreşa jinê şoreşa min e'
 
Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a bajarê Helebê Muna Kibik bal kişand ser bandora fikir û ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li ser têkoşîna li Kobanê û Şoreşa Rojava û wiha got:"Li ser esasê ramanên Rêber Abdullah Ocalan îro Şoreşa Rojava bû mînak. Rêber Abdullah Ocalan dibêje 'Şoreşa jinê şoreşa min e'.  Ev gotin jî xwedî wateyek kûr e. Bandorek mezin li ser serkeftina jinan a li Kobanê kir. Bi vê re di Şoreşa Rojava de encama têkoşîn û berxwedana Rêbertî hat xuyakirin. Îro jin di hemî qadan de bi felsefeya Rêbertî û bi zanista xwe cihê xwe digirin."
 
'Arîn Mîrkan zihniyeta sîstema faşîst ji holê rakir'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Munayê bal kişand ser îradeya xurt a Arîn Mîrkan û wiha pê de çû:"Berxwedana Kobanê di bingeha xwe de bû çavkaniya bilindkirina Şoreşa Jinan a di Rojava de. Dema em dibêjin berxwedana Kobanê yekser çalakiya fedaî ya pakrewan Arîn Mîrkan tê bîra me. Arîn Mîrkan bi çalakiya xwe ya fedaî derbeyek pir giran li dewleta tirk û çeteyên wê xist. Her wiha zihniyeta sîstema faşîst a ku dixwestin vîna jina kurd bişkîne, ji holê rakir. Arînê bi çalakiya xwe hêz û îradeya jinê bi taybet di Şoreşa Rojava de, di şerê li dijî DAÎŞ'ê de, carek din îsbat kir. Di heman demê de gelek asoyên teng ên jinan fireh kir. Ji ber pakrewan Arîn Mîrkan şagirta Rêber Abdullah Ocalan bû loma ev îrade nîşan da. "
 
'Em ê têkoşîna xwe di Şoreşa Rojava de bilind bikin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Munayê da xuyakirin ku dewleta tirk yekser hêza jinan dike hedefa xwe û wiha got:" Ji ber dewleta tirk baş dizane ku bi azadiya jinê wê azadiya civakê mîsoger bibe, di heman demê de wê rola kapîtalîzmê lawaz bibe û vala biçe loma jî êrişî jinan dike. Ji ber jinan di şerê li dijî DAÎŞ'ê de li berxwe dan û li Kobanê serfiraziyek mezin bi dest xistin loma jî ji aliyê dewleta tirk ve dibin hedef. Loma 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ji bo gelekî girîng e. Em ê wekî jin li dijî êrişan, bi ramanên Rêberê xwe, bêhtir hêz û têkoşîna xwe di Şoreşa Rojava de bilind bikin. Ji ber gotina me ya yekem û ya dawî ew e ku azadiya me tevahî jinan bi azadiya Rêberê me girêdayîye."
 
'Di vê şoreşê de em bûn xwedî vîn û biryar'
 
Hevseroka Meclisa Pakrewan Gelhat a Taxa Şerqî, Nehle Mustafa derbarê Şoreşa Rojava de wiha nirxandin kir:"Şoreşa ku di Sûriyyê de hat kirin, bi navê Şoreşa Rojava ango şoreşa jinê hat naskirin. Ji roja destpêkirina vê şoreşê heya roja îro jinan pêşengî kirin, li berxwe dan û ev şoreş bû şoreşeke dîrokî. Vê şoreşê di nava cîhanê de deng da. Bi taybet ji bo jinan gaveke gelekî girîng bû. Ji ber ku bi riya avabûna vê şoreşê em bûn xwedî vîn û biryar. Her wiha di milê fikir de, me xwe gihand astek bi nirx. Me di encamê de xwe azad kir. Bi pêşengiya jinên kurd DAÎŞ têk çû û 1'ê Mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin."
 
'Berxwedana Kobanê di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girt'
 
Di dewamiya axaftina xwe de Nehleyê bal kişand ser berxwedana jinan a di Taxa Şêxmeqsûdê de ku ew jî bûn bersivek li hemberî zihniyeta faşîst û got:"Ji destpêka şoreşê de her daxwaza dijmin têkbirina hêza jinan bû lê li hemberî vê yekê îro bi berxwedana tevahî jinên di Rojava de derbeyek mezin li dijmin ket. Berxwedan û navê vê şoreşê di nava rûpelên dîrokê de hat nivîsandin. Têkoşîna jinên kurd a li Kobanê dest pê kir îro dewam dike. Berxwedana Kobanê di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Ev yek bi keda pakrewanên vê şoreşê hat bidestxistin. "
 
'Arînê berxwedana Kobanê li cîhanê da bihîstin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Nehleyê da zanîn ku ne bi keda pakrewanên Kurdistanê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ba îro ew nedigaştin vê roja pîroz û wiha lê zêde kir:"Em her deyndarê Rêberê xwe ne. Em deyndarê têkoşîn û berxwedana wî ne. Rêberê me daxwaza jiyanek bi rûmet ji bo tevahî gelên bindest dike. Bi taybet ji bo jin bikaribin di xeta azadiyê de jiyana xwe dewam bikin li berxwe da. Loma jinan ji têkoşîna Rêberê xwe feyz girtin û têkoşîneke mayinde didin meşandin. Mînakek herî berbiçav çalakiya pakrewan Arîn Mîrkan e. Arînê di berxwedana Kobanê de, ji bo azadiya tevahî jinên Rojava mîsoger bike canê xwe feda kir. Arînê bi çalakiya xwe ya fedaî, navê xwe û berxwedana Kobanê li dewletên navneweyî da bihîstin. Arînê berxwedana Kobanê li cîhanê da bihîstin. "
 
'Di şoreşê de rola herî sereke ya jinê bû'
 
Hunermend û Endama Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya bajarê Helebê Yesmîn Kuşan di destpêka axaftina xwe de rola jinan a di şoreşa Rojava de nirxand û wiha got :"Rola herî sereke di şoreşê de rola jinê bû û ger ne ji têkoşîna jinan ba êdî ev şoreş bi ser nediket. Ji bo têkbirina van serkeftinan jî, îro dewleta tirk êrîşên xwe bi ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, dide dewamkirin û her daxwaz dike ku gelê kurd ji dîrok ziman, çand û nasnemeya wan bi dûr bixe."
 
'Hunera me çeka li hember dijmin e'
 
Di dawiya axaftina xwe de Yesmînê da xuyakirin ku dewleta tirk, her hewl dide hunera kurdî têk bibe, koka gelê kurd tune bike û wiha got:"Îro hunera me ji bo me çeka herî mezin e. Ji bo têkbirina daxwazên dijmin divê em lê xwedî derkevin. Tevî hemî êş û zordesetiyan, me di vê şoreşê de li berxwe da. Ji bo ev têkoşîna me vala neçe em ê karê xwe û hunera xwe dewam bikin."