ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2023'YAN

  • 09:00 1 Mijdar 2023
  • Rojev
 
*Jinên li Mexmûrê yên li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tevlî çalakiyan dibin wiha gotin:” Kurd xwedî cesaret in, girîngiyê didin mirovahiyê, lê tifaqa wan tune ye. Ger kurd bibin tifaq wê Serokê xwe rizgar bikin. Ger Serokê me rizgar bibe, em jî pê re rizgar dibin. Loma em ê çalakiyên xwe bidomînin.” DÎMEN HEYE
 
*Li gundê Xanîsora Mehsertê, dest bi çêkirina dims, bastix û benî hat kirin. Ligel fêdeya van xwarinan a ji bo tenduristiya mirovan, wek tehmeke herêmî li ser sifreyan cihê xwe digirin. Bastix li Kurdistanê xwarina herî zêde eleqeyê dibîne ye. DÎMEN HEYE
 
*Di salên dawî de yek ji binpêkirinên mafan yên herî zêde tê rojevê lêgerîna tazî ye. Endama Meclîsa Ciwanan  a HEDEP’ê Elîf Yalçin der barê mijarê de axivî û da zanîn ku lêgerîna tazî parçeyek ji polîtîkayên şerê taybete. DÎMEN HEYE
 
*Jinên li Taxa Şexmeqsûdê têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û Şoreşa Rojava dan zanîn ji destpêka şoreşê de her daxwaza dijmin têkbirina hêza jinan bû lê li hemberî vê yekê îro bi berxwedana tevahî jinên di Rojava de derbeyek mezin li dijmin ket û gotin:"Têkoşîna jinên kurd a li Kobanê dest pê kir îro dewam dike. Berxwedana Kobanê di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girt."
DÎMEN HEYE
 
*Li Îzmîrê di çarçoveya kampanyaya TJA’yê de atolyeyên xweser, tevlihev pêk tên û bi vê tê hedefkirin îradeya jinê ya rêxistinkirî derxin holê. Endama Endezyarên Azadîxwaz Utku Tutar a tevli li atolyeyê bû got: “Divê em wek zîhniyeta mêr nefikirin û ji teşeyê fikrên mêr derkevin. Divê em tevli xebatan û atolyeyên jineolojiyê bibin.” DÎMEN HEYE