Hejmara 27’emîn a Kovara Xwebûn derket

  • 19:24 31 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 27’emîn a Kovara Xwebûn ku ji aliyê jinên ciwan ên Kurd ên li Ewropayê ve tê weşandin, bi sernavê "Hêvî ji serketinê biqîmettir e" gihîşt ber destê xwendevanên xwe. Di hejmara nû de mijara “hêvî” cih girt.
 
Di hejmara nû de ku nivîsên bi zimanên Kurdî, Îngilîzî, Fransî û Almanî cih digirin, nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gotarên jinên ciwan û gerîlayan cih digirin. 
 
Lijneya weşana kovara Xwebûn derbarê naveroka hejmara 27’emîn de ev agahî dan: "Dewlet bi şerê xwe yê taybet beriya her tiştî hêviya me dike hedef. Hewl dide me bike mirovên ku bedewiya jiyanê nabîne, her tim neyînî difikire û bêhêvî bihêle. Hewl dide mirovahiyê bide bawerkirin ku ji bilî vê jiyanî jiyaneke din tune ye. Ji ber ku serdest jî dizanin ku ji bo avakirina jiyana azad a xeyalên me pêwîstiya me bi hêviyê heye. Hêvî xwedî vê hêzê ye û jiyana gerîlayan a li çiyayên azad vê rastiyê nîşanî me dide. Wekî edîtor, me girîng dît ku em vê pirsgirêkê çareser bikin. Ji ber vê yekê di vê hejmarê de me hewl da ku bersivê bidin pirsên wekî em hêviya xwe ji ku digirin, hêvî çi ye, çima mirov hewl didin hêviya me ji me dûr bixin?”
 
Di hejmara nû de hevpeyvînên bi jinên ciwan re jî li ser "hêvî" cih digirin.
 
Her wiha ji bo bîranîna Şehîd Vêjîn ku di 7’ê Tebaxê de şehîd bibû, gotarek hate nivîsandin.
 
Di hejmara nû ya kovarê de hevpeyvîna bi birayê Şehîd Armanç Cemre re jî cih girt.
 
Kovara Xwebûn ji lînka jêrîn dikarin bi dengî li ser Spotify guhdarî bikin:
 
https://open.spotify.com/show/4MAkjW2oeBRtIKIWj4Uo6S
 
Naveroka vê hejmarê wiha ye:
 
Kurdî;
 
- Min xiyanet li xeyalên xwe yên zarokatiyê nekir
 
- Ger azadî hêsan bûya, Ronahî û Bêrîwan xwe nedişewitandin
 
- Gava min ber bi riya heqîqetê ve
 
- Stêrka Heqîqetê: Şehîd Armanç Cemre
 
- Vêjîn tê wateya Cizîrê, Sûr, Nisêbîn, Gever, Silopî û Şirnexê
 
Almanî;
 
- Trauer zu Wut – Wut zu Widerstand
 
- Mit dem Fedaî – Geist das Leben zuruck erkampfen
 
-Die Kraft der Natur
 
Îngilîzî:
 
- The Role and Mission of Young Women in the Democratic Nation
 
- A Spark Of Hope  In The Darkness Of The System
 
Fransî:
 
- Les attentes de notre entourage ne doivent pas définir notre mode de vie.
 
- Les Violences à l'égard de femmes
 
Çand:
 
Coverage: Hope
 
Gedicht: Die Spinnerinnen
 
Gedicht: Ein Gedicht und ein Falke
 
Helbest: Hêvî
 
Kovara Xwebûn