Leyla Guven ji doza xwe ya li Silopiya hat beraet kir

  • 14:49 31 Cotmeh 2023
  • Hiqûq
 
ŞIRNEX - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji doza ku ji ber axaftina di bîranîna Taybet Înan de kiribû û dihat darizandin, hat beraetkirin. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven bi boneya di sala 2020’î de li salvegera bîranîna Taybet Înan li ser gora wê axivî ye bi îdiaya “xelkê li kîn û dijminatiyê sor dike” doz lê hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a doza Leylayê li Dadgeha Cezayê Asliye ya Silopiya hat lidarxistin. Leyla Guven a ku ji dozek din girtî li girtîgeha lê tê ragirtin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerên wê jî di danişînê de amade bûn. 
 
‘Bes e bila êdî dawî li mirina mirovan bê anîn’
 
Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Leylayê di danişînê de parastina xwe kir û destnîşan kir ku ew ji ber axaftina di bîranîna Taybet Înan de kiriye ne poşman e û ew sûcdariya li ser xwe qebûl nake. Leylayê destnîşan kir ku ji ber ew mafên mirovan diparêzin her tim doz li wan tên vekirin û got: “Helbet em  ê dewletê û hikûmetê ku dibin sedema kuştina mirovan rexne û protesto bikin. Em dibêjin bila şer û pevçûn biqedin û aştî pêk were. Bes e bila êdî dawî li mirina mirovan bê anîn.” 
 
Parêzerê Leylayê, Hevserokê ÎHD’a Şirnexê Haşîm Togûrlû jî parastina miwekîla xwe kir û xwest Leylayê bê beraetkirin. 
 
Piştî parastinan şandeya dadgehê diyar kir ku ew axaftina Leylayê nabe sûc û biryara beraeta wê da.