Roja Kobanê ya Cîhanê: Ne ji QSD'ê be cîhan bi DAÎŞ'ê nikare

  • 09:57 31 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Siyasetmedar Nûrsel Aydogan têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê da zanîn AKP'ê têkbirina Kobanê tu carî hezim nekir û wiha got:"Piştgiriya gelên cîhanê ya ji bo Kobanê qels bûye, îro Kobanê dîsa di bin tehdîdeke mezin de ye û divê ev piştgirî demildest bê xurtkirin."
 
Bi Şoreşa Rojava ya di 19'ê Tîrmeha 2012'an de pêk hat gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyaneke nû ava kirin. Bi pêşengiya jinên kurd jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di her qadê de cihên xwe girtin û mafên xwe parastin. Li dijî DAÎŞ'ê têkoşîneke mezin hat dayin. Yek ji mînakên têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê Kobanê ye. 
 
Loma di 1'ê Mijdara 2014'an de biryar hat dayin 1'ê Mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê bê îlankirin. Siyasetmedar Nûrsel Aydogan têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê nirxandin kir. 
 
'Xwestin şoreşa azadiyê têk bibin'
 
Nûrselê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û wiha got:"Rizgarkirina Kobanê ne hêsan bû. Gelek berdêl hatin dayin. Piştre azad bû. Li Kobanê fedakarî û sekneke bi biryar hebû loma hat rizgarkirin. Em di 2014'an de li Amedê bûn û êrişên DAÎŞ'ê dema dest pê kir em derbasî Pirsûsê bûn. Em bûn şahidê azadiya Kobanê û em bûn şahidên vê serdemê. Di Îloan 2014'an de êrişên DAÎŞ'ê yên li dijî Kobanê dest pê kir û ev êriş ji îktidara AKP-MHP'ê ne qut bûn. Di 19'ê Tîrmeha 2012'an de şoreşa azadiya Rojava hat îlankirin. Piştî du salan ev şoreşa azadiyê di destpêkê de li Kobanê ket meriyetê. Çimkî piştî şoreşa azadiyê Kobanê wekî kantona yekem hat îlankirin. Loma jî êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Kobanê ne tesaduf e. Xwestin şoreşa azadiyê têk bibin. Hem jî xwestin bidestxistina Kobanê re cihên din jî bi rehetî bi dest bixin. Loma jî DAÎŞ'ê berê êrişî Kobanê kir. "
 
'Daxwazên mirovî ji aliyê AKP'ê ve nehat qebûlkirin'
 
Nûrselê bi lêv kir ku DAÎŞ rêxistineke herî hov a cîhanê bû û wiha lê zêde kir:"Li dijî DAÎŞ'ê serhildanek mezin hebû. Piştî êrişan Kobanê hat valakirin, nêzî 50 mirov koçî sînorê Pirsûsê bûn. Pir mirov li hundur nemabûn. Kulmek gelê sîvîl ên wê bi şoreşgeran li dijî DAÎŞ'ê şer bikirina mabûn. Piştî êrişan hinek gund ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin bidestxistin. Em û Rojava di bin talûkeyeke mezin de bûn. Me wê demê ji AKP'ê re got bila korîdoreke mirovî vebe û alîkariya mirovî biçe wir. Lê ev bi cih nehat û li dijî vê yekê çalakiyan dest pê kirin. Di 6-8'ê Cotmehê de çalakî belav bûn. Wê demê Tayyip Erdogan li Dîlokê got 'Kobanê ket hat ket'. Ev gotin ji bo kurdan û dostên wan gotina dawî bû."
 
'AKP'ê têkçûyina xwe ya li Kobanê tu carî nemehand'
 
Nûrselê diyar kir ku piştî Tayyip Erdogan ew gotin kir loma jî HDP'ê ji bo Kobanê banga çalakiyan kir û wiha pê de çû:"Gelê kurd û dostên gelê kurd li her derê cîhanê ji bo Kobanê derketin qadan. Li vir pêvajoya azadkirina Kobanê dest pê kir. Bi piştevaniya hêzên koalisyonê jî Kobanê azad bû. Ev bû destpêka têkçûyina DAÎŞ'ê ya li Rojava. Bi têkoşîna QSD'ê re jî DAÎŞ têk çû. Wê demê talûke çawa mezin bû niha jî mezin e. Niha jî Serokkomar Tayyip Erdogan di her fersendê de dibêje em ê êrişî Rojava bikin. Ji bo Kobanê talûkeyeke mezin heye. Bi munasebeta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê divê em vê pirs bikin çima dixwazin Kobanê bigirin ? AKP û MHP'ê ji ber piştgirî dan DAÎŞ'ê loma jî têkçûyina DAÎŞ'ê wekî têkçûyina xwe dibînin. AKP'ê têkçûyina xwe ya li Kobanê tu carî nemehand.
 
'Divê polîtîkayên AKP'ê bên tehşîrkirin'
 
Nûrselê bi lêv kir ku 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê roja piştevaniya gelan e û wiha got:"Piştgiriya gelên cîhanê ya ji bo Kobanê qels bûye, îro Kobanê dîsa di bin tehdîdeke mezin de ye û divê ev piştgirî demildest bê xurtkirin. Erdogan ji bo Filistinê mîtingan çêdike. Lê belê êrişî Rojava dike. Divê mirov vê yekê teşhîr bike. Li Kobanê mirovên ji bo azadiyê li berxwe didin hene loma divê piştevaniya bi Kobanê re bi hêztir bibe. Divê polîtîkayên AKP'ê bên tehşîrkirin. Divê piştevaniyeke hevpar li cîhanê hebe. Ne ji QSD be cîhan bi DAÎŞ'ê nikare"