TJA'yê li Mêrsînê komxebata perwerdê li dar xist

  • 18:58 30 Cotmeh 2023
  • Rojane
MÊRSÎN - TJA'yê li Mêrsînê komxebata perwerdeyê ya "têkoşîna li dijî tecrîdê û polîtîkayên şerê taybet" li dar xist.
 
Di çarçoveya pêngava Tevgera Jinên Azad (TJA) ya bi navê “Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve” li Mêrsînê perwerdeya bi navê “Têkoşîna li dijî tecrîdê û polîtîkayên şerê taybet” li dar xist. Di perwerdeya ku li Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrsînê pêk hat û gelek jin beşdar bûn de, mijarên şerê taybet, tecrîd, hişmendiya zayendî û têkoşîna zayendî hatin nîqaşkirin.
 
Komxebata perwerdeyê wê sibê bi beşdariya mêran li ser îdeolojiyên zayendperestî û mêrtiyê dewam bike.