Li Minbicê bi meşekê tecrîd û êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

  • 16:23 30 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkên bajarokê Ebû Qelqel ê Minbicê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê meşek li dar xistin û gotin ew xwediyên vê xakê ne û êrişên Tirkiyeyê wan natirsînin.
 
Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê û Meclisa gundên bajarokê Ebû Qelqel li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek li dar xistin. Meş ji pêş meclisê ber bi Nivîsgeha Mala Jinê ya bajêr ve dest pê kir.
 
Piştî meş vegeguherî mîtîngê endama Yekitiya Jinên Ciwan Emîne Berkel axivî û bal kişand ser sûcên dermirovî yên dewleta Tirk li Tirkiyeyê û derveyê wê. Emîne girîngî da têkoşîna li dijî wan siyaset û kiryarên dewleta Tirk û got pêdiviya qonaxê bi xebat, hewldan û têkoşîna li ser fikra Bêrîtan, Zîlan û berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê heye.
 
Li aliyekî din jî hevseroka Meclisa Xeta Ebû Qelqel Hacer El Elî axivî û wiha got: "Bila dîrok şahîd be em xwediyên vê xakê ne û êrişên dewleta Tirk  me natirsînin."
 
Hacerê wiha domand: "Dewleta Tir ji 25 salan ve tecrîdeke giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne. Dewleta Tirk li hember kesên azadiyê dixwazin û hewl didin bendên desthilatiyê bişikînin van dan û standinan dike."
 
Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû.