Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî neberdana Gultan Kişanak da

  • 15:52 30 Cotmeh 2023
  • Ramyarî
 
ENQERE - Seroka Koma HEDEP'ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku dema girtîmayîna Gultan Kişanak qediya ye û bertk nîşanî neberdana wê da. Meralê got, "Rastiya ku dadgeha herêmî bi rastî jî ev demeke dirêje pêk nayne, tê wateya ku careke din dibêjin ew  ne dewleta hiqûqê ne."
 
Serokwekîla Koma HEDEP’ê Meral Daniş Beştaş têkildarî neberdana siyasetmedara kurd Gultan Kişana a ku dema girtina wê tije bûye û Parlamenterê TÎP’ê Can Atalay ku li gel biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) nayê berdan, li Desteya Giştî ya Meclisê axivî. 
 
Meralê biryara ku AYM’ê ji bo Can Atalay daye bi bîr xist û da zanîn ku dadgehên herêmî li ber AYM’ê radibin û li biryarên AYM’ê guhdar nakin. Meralê xwest ku Can Atalay bê berdan û got ew li Meclisê ne 600 kes in kesek ji wan kêm e. 
 
Meralê biryarên ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag daye bi bîr xist û got: “Bi rastî jî ev yek nayê qebûlkirin. Li Tirkiyeyê dadgehên herêmî gelo xwe dispêrin çi? Dadgehên herêmî li ber biryara DMME’yê ku der barê Demîrtaş û Yuksekdag daye radibe. Li ber biryara Can Atalay ku AYM’ê daye radibin. Dema cezayê birêz Gultan Kişanak tije bûye. Li gorî CMK’ê 7 sal derbas bûn, lê mixabin dadgeha herêmî li ber biryaran radibe. Divê ev hemû bi dawî bibin û Kişanak û Atalay tavilê bên berdan. Beştaş destnîşan kir ku ew di helwestên dadgehên herêmî de dibînin ku ev dewlet ne dewleta hiqûqê ye."