Parlamenter dê daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bikin

  • 15:27 30 Cotmeh 2023
  • Ramyarî
 
 
ENQERE - Parlamenterên HEDEP’ê ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin dê serî li Wezareta Dadê bidin.
 
Koma Meclîsê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) wê di 2'ê Mijdarê de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyekê bide. Piştî daxuyaniyê Koma HEDEP'ê ji bo bi Abdullah Ocalan ê ku 32 meh in agahî jê nayê girtin, bi daxwaza hevdîtinê dê serî li Wezareta Dadê bidin.