Dê derbarê kesên ku hevserok şopandin de gilî bê kirin

  • 15:16 30 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
AMED - Di 26'ê Cotmehê de Hevseroka HEDEP'ê ya navçeya Sûrê Melîha Comert hatibû şopndin û xwestibûn ku bi awayekî dijhiqûqî îfadeya wê bigirin. Derbarê bêhiqûqiya li hemberî hevserokê de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew ê li dijî tundiyê paşve gavê navêjin û derbarê mijarê de gilî bikin.
 
Têkildarî şopandin û lêpirsîna Hevseroka Navçeya Sûrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) ya Amedê Melîha Comert a di 26’ê Cotmehê de li avahiya navçeya Sûrê ya Amdedê daxuyanî ji çapemeniyê re hat dayîn. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevseroka HEDEP'ê ya Amedê Pinar Sakık Tekîn metna daxuyaniyê xwend û di daxuyaniyê de dirûşmên "Bijî berxedana jinan" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.
 
Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn ku ewil di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku dê der barê mijarê de gilî bikin.
 
'Rêveberiyên otokratîk jinan hedef digirin'
 
Pinarê, anî ziman ku berdewamiya rêveberiyên otokratîk bi tepisandina siyaseta demokratîk a li Rojhilata Navîn hebûna xwe didomînin û destnîşan kir ku hewl tê dayîn mekanîzmaya zextê di ser jinan re bê avakirin. Pinarê got, “Em ên ku siyaseta demokratîk dimeşînin, her tim bûne hedefa hikûmetan. Me ev berdêl carnan bi canê xwe, carnan bi azadiya xwe da. Hikûmetên faşîst carna bi rêya dadgehan, carna bi rêya hêzên hiqûqê û carna jî bi rêya hêzên paramîlîter hewl didin vê zextê bikin. Bi zextan hewl dan ciwanan, xebatkarên me yên siyasî û jinan ji siyaseta demokratîk dûr bixin."
 
'Hevserok hat şopandin'
 
Di dawiyê de Pinarê diyar kir ku beriya 3 rojan Hevseroka Navçeya Sûrê Melîha Comert hatiye şopandin û bi awayekî derhiqûqî hewl hatiye dayîn ku lêpirsîna wê bê kirin û got, “Ev nêzîkatî di rastiya xwe de zindîbûna zihniyeta mêraniyê ya di koka pergalê de veşartî ye ye. Em jin û pêşengên siyaseta demokratîk ku li hemberî zîhniyeta faşîst a we ya mêtînger ji bo bedelê dudilî nemînin, ji niha û pê ve jî em ê vê berdêlê bidin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana jinan” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.