'Gelan dît ku bêyî Abdullah Ocalan çareserî ne pêkan e'

  • 10:07 30 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
AMED - Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sûltan Yaray ku yek ji îmzekerên deklerasyona “Ji niha ve ber bi dahatûyê ve banga azadiyê” got," “Ne tenê Kurd, hemû gel êdî dibînin ku bêyî ramanaên Ocalan çareserî ne pêkan e."
 
Bi rêxistinên civakên sivîl, komele û partiyên siyasî deklarasyona “Ji niha ve ber bi dahatûyê ve banga azadiyê” li Amedê hat eşkerekirin. Deklerasyon ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a demokratîk û aştiyane û rakirina tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocala tê meşandin hat eşkerekirin. Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk(DBP) Sultan Yaray ku yek ji îmzekarên vê deklerasyonê ye destnîşan kir ku saziyên îmzê dane deklerasyonê, ew ê pêvajoyê bişopînin.
 
‘Deklerasyon gelek girîng e’
 
Sultan Yaray di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku deklerasyon ji bo aşitiyek mayînde û rakirina tecrîda ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gelek girîng e. Sultan anî ziman ku îro Rojhilata Navîn xitimiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêdivî bi fikr û ramanên brêz Ocalan pir heye. Ne tenê kurd, cîhan dibîne ku bê fikr û ramanên brêz Ocalan çareserî nayê. Bi taybetî jî kurd divê di Rojhilata Navîn de bibin xwedî rol û mîsyonek. Niha em lê dinêrin ev 25 salê tecrîdeke giran li ser brêz Ocalan tê meşandin, du sal û nîv e jî hevdîtin pê re hatine qut kirin. Wek her girtiyek mafê wî jî hebû ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike. Lê belê mafên ku ji girtiyên din re tên dayîn yek jî ji bo brêz Ocalan nehat dayîn û kurd jî bi rastî êdî vê yekê bi tu awayî qebûl nakin. Ji ber ku rakirina pirsgirêka kurd, rakirina tecrîdê de ye.”
 
‘Bandora tecrîdê li ser çar aliyê Kurdistanê heye’
 
Sultanê destnîşan kir ku êrîşên li Mexmûrê û li Kurdistanê tên kirin bi tecrîdê ve girêdayî ne. Sultanê daxuyand ku rojavaya Kurdistanê ya ku destkeftiya herî girîng a kurda ye niha dagirker dixwazin ji destên kurdan bigirin û wiha berdewam kir: “Ev jî dîsa bi tecrîdê ve girêdayî ye. Bandora tecrîdê li ser her çar aliyê Kurdistanê heye. Ne bi tenê li ser Bakûr. Heta ev tecrîd ranebe hem li Kurdistanê hem jî li Rojhilata Navîn  aşitiyeke mayînde pêk nayê û zext û zordestiya serdestan naqede û dê her tim jî bidome. Ji ber vê yekê bêhtit pêfbiî bi fikr û ramanaên brêz ocalan heye û divê demildest pê re hevdîtin bê kirin. Kurd bi xwe divê lê  xwedî derkevin. Helbet piştgiriya qada navneteweyî jî gelekî girîng e. Lê belê divê kurd, bi taybetî jî jin li dijî vê tecrîdê di nav berxwedanê de bin.”
 
‘Fikr û ramanên birêz Ocalan li dinê belav bûne’
 
Sultanê da xuyakirin ku pergala kapîtalîzmê êdî xitimiyê û da zanîn ku her diçe dibe sedema alozî û qeyranên aborî û nexweşiyê. Sultanê balkişand ser bandora şer û kapîtalîzmê ku li ser ekolojiyê jî xwe dide nîşandan, mînaka germahiya hewayê da û da nîşandan ku bombebaran kirin, egzosa ku tê belavkirin dibin sedema germahiya zêde. Sultanê wiha got: “ Di paradîgmaya brêz Ocalan de mafê ekolojiyê heye û parastina xwezayê heye. Ger ku cîhanê guh bida talankrina xwezayê  ew ê niha xweza ewqas wêran nebûya û li Rojhilata Navîn jî dê şer gûr nebûya. Ji ber vê yekê jî cîhanê jî fam kiriye ku bîrdoziya Ocalan têenê ne ji bo kurda û azadiya gelê Kurd e. Ji bo azadiya xwezayê, jinan û ji bo şerên li cîhanê bidawî bibin e. Tevî ewqas girtin, zor û zordestiyê jî serdestan nikaribû pêşiya belavkirina fikr û ramanên birêz Ocalan bigirin. Lê belê ji bo ev fikr û raman bêtir belav bibin pêwîste ku Ocalan bi awayeke fîzîkî di nav gel de be."
 
'Em ê çalakiyan bidomînin'
 
Sultanê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji niha pê ve saziyên ku îmzê dane deklerasyonê ew ê pêvajoyê bişopînin, li her qadan belav bikin û plansaziyên xwe wê çê bikin. Sultanê da xuyakirin ku ew ê heta bi serkevin û bigihîjin armanca xwe çalakiyan bidomînin.