'Rojnamegeriya jinan bi Şoreşa Rojava re pêş ket'

  • 09:09 30 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên rojnameger ên li Helebê têkildarî pêşketina qada rojnamegeriyê ya di Şoreşa Rojava de wiha gotin:"Piştî Şoreşa Rojava qadek mezin û berfireh di Rojavayê Kurdistanê de hat avakirin û hejmarek mezin ji rojnamegerên jin cihê xwe di wan sazî û dezgehan de girtin. Rojnamegeriya jinan bi Şoreşa Rojava re pêş ket."
 
Bi Şoreşa Rojava ya di 19'ê Tîrmeha 2012'an de pêk hat gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyaneke nû ava kirin. Bi pêşengiya jinên kurd jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di her qadê de cihên xwe girtin û mafên xwe parastin. Yek ji qadên girîng ên jinan xwe tê de pêş xist qada rojnamegeriyê ye. Ragihandin bi Şoreşa Rojava re bû weke serhildanekê. Bi taybet ragihandina kurdî cihê xwe di nava ragihandina cîhanî de girt. Di demeke kurt de û bi derfetên kêm jinên kurd dengê şoreş û berxwedanê gihandin cîhanê. Di Şoreşa Rojava de, tevî derfet û tecrubeyên kêm jî gavên berbiçav hatin avêtin û bi rengekî fermî ragihandina kurdî derket pêş. Bi taybet jinên kurd li Rojavayê Kurdistanê di qada rojnamegeriyê de xwe pêş xistin û bûn dengê civak û heqîqetê. 
 
Xebatkara Radyoya Şehba FM Zîlan Hemûş û Xebatkara Radyoya Dengê Kobanê Şîlan Mihemed têkildarî pêşketina jinan a di qada rojnamegeriyê de, ya bi Şoreşa Rojava re nirxandin kirin. Jinan bal kişandin ser rol û mîsyona jinên rojnameger û wiha gotin:"Bi taybet dîroka jinan a bi hezaran salan hatibû tunekirin. Îro bi riya rojnemevanên jin ev dîrok ji nû de tê nivîsandin û jin ji nû de li hember zihniyeta desthilatdar xwe îsbat dike. "
 
'Şoreşa Rojava bû şoreşa jinê'
 
Xebatkara Radyoya Şehba FM Zîlan Hemûş ji ajansa me re derbarê girîngiya rola jinan a di Şoreşa Rojava de, bi taybet di qada rojnemegeriyê de wiha got:"Ji sala 2012'an ve Şoreşa Rojava hat destpêkirin. Bi şoreşê re gelek guhertin derketin pêş, bi taybet di milê jinan de gelek pêşketin hat bidestxistin. Jin di hemî cih û qadan de bûn xwedî erk û berpirsiyarî girtin ser milê xwe. Jinan barê şoreşê dan ser milê xwe. Di qada rojnamegerî, leşkerî, civakî û qadên wekî dinê de jinan roleke girîng girtin ser milê xwe. Bi vî awayî Şoreşa Rojava bû şoreşa jinê."
 
'Di nava her şert û mercî de jinan cihê xwe di têkoşînê de girtin'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Zîlanê bal kişan ser hebûna jinan a di nava gelek şerî de û wiha pê de çû:" Jinan bi sekna xwe bi berxwedêriya xwe li hember her cure şer, êriş, qirkirin û tunehesibandinê sekinîn. Jinê di Şoreşa Rojava de, cihê xwe di gelek eniyên şer de girt. Bi taybet bi şerê ku di sala 2014'an de li Kobanê dest pê kir berxwedanek bêhempa ji aliyê jinê de li hember terora DAÎŞ'ê hat kirin.
Di heman demê de jî li Efrînê di sala 2018'an de jî carek din jinê 58 rojan li dijî êrişa dewleta tirk berxwedanek derxist pêş. Jinan di her milekî de, dest ji berxwedanê berneda û her carê jî rola xwe îsbat kir."
 
'Bi şoreşê re cihekî girîng ê jinê di qada rojnamegeriyê de çêbû'
 
Di dawiya axaftina xwe de Zîlanê bal kişand ser rola jinan û girîngiya wan a di qada rojnamegeriyê de û wiha dom kir:"Piştî Şoreşa Rojava jinê cihekî xwe yê taybet di qadên rojnemegeriyê de jî girt. Di encamê de gelek serkeftin jî bi dest xistin. Bi xebat û têkoşîna xwe, bi pênûsa xwe jinan hewl dan rastiyê derxin holê. Ji bo hemî jinên cîhanê bûn deng. Bi taybet dîroka jinan a bi hezaran salan hatibû tunekirin. Îro bi riya rojnemevanên jin ev dîrok ji nû de tê nivîsandin û jin ji nû de li hember zihniyeta desthilatdar xwe îsbat dike. Jin bi vê têkoşîna xwe îro, rastiyê derdixe holê. Ev têkoşîn jî bi saya ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê kirin û jin wê bi domandina xeta têkoşînê ya li ser fikrê Rêber Abdullah Ocalan dagirkeriyê têk bibin."
 
'Rojnamegeriya jinan bi Şoreşa Rojava re pêş ket'
 
Xebatkara Radyoya Dengê Kobanê Şîlan Mihemed jî da zanîn bi Şoreşa Rojava re jinan di qada rojnamegeriyê de pêşketineke mezin bi dest xistine û wiha lê zêde kir:"Beriya Şoreşa Rojava di qada rojnemegeriya Hikumeta Şamê de cihê jinan tune bû. Bi taybet jî cihê jinê di dezgehên ragihandinê de tune bû. Piştî Şoreşa Rojava qadek mezin û berfireh di Rojavayê Kurdistanê de hat avakirin û hejmarek mezin ji rojnamegerên jin cihê xwe di wan sazî û dezgehan de girtin. Rojnamegeriya jinan bi Şoreşa Rojava re pêş ket."
 
'Gelek dezgehên jinan hatin vekirin'
 
Di dewamiya axaftina xwe de Şîlanê da zanîn ku jinan di heman demê de li dijî qalibên civakê jî li berxwe dane û wiha pê de çû:"Hebûna jinê ya di qadên rojnemegeriyê de ji aliyê civakê ve jî nehatibû pejirandin û wekî şerm dihat dîtin lê dîsa jinê li pêşiya kevneşopiyên civakî xwe da îsbatkirin û têkoşîna xwe da domandin. Îro bi saya vê têkoşîna hat kirin, tevî zehmetiyan jî, gelek dezgehên ragihandinê hatin vekirin. Di heman demê de dezgehên taybet ên jinan ên wekî Jin TV, Nûjinha, Jinnews, Şûjin û hwd. hatin vekirin. 
 
'Em her soza dewamkirina xeta pakrewanan nû dikin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Şîlanê derbarê pêşketina rojnemegeriyê ya di şoreşa Rojava de wiha got:"Em weke jin, îro piştî têkoşîn û berxwedanek bêhempa, ji bo ragihandina rastiyê û heqîqetê xebatên xwe dewam dikin. Tevî hedefgirtina dewleta tirk a dagirker a jinên ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser de xebatê dikin, em wekî rojnemevanên jin, her soza dewamkirina xeta pakrewanên xwe nû dikin. Ji bo em rêya têkoşîna wan bidomînin, em ê vê sozê nû bikin."