Halîde Turkoglu: Ji bo rêveberiyên herêmî koma projeyê hat avakirin

  • 09:06 30 Cotmeh 2023
  • Ramyarî
 
 
Dîlan Babat
 
ENQERE- Berdevka meclîsa jinan a HEDEP’ê Halîde Turkoglu polîtîkayên tecrîd, şerê taybet û êrîşên li hember destkeftiyên jinan nirxand û da zanîn ku wê li dijî vê ji taxan dest pê bikin û xeta têkoşînê li her qadê xurt bikin û got ku der barê hilbijartinên herêmî de jî bi jinên STK’yan re koma projeyê ava kirine û  xebatan dimeşînin.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) piştî kongreya xwe pêk anî, civîna meclîas jinan pêk anî û tecrîd û têkoşîna jinê hat nîqaşkirin. Piştî civînê der barê dema nû de xeta têkoşînê ya nû hat diyarkirin.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HEDEP’ê Halîde Turkoglu ji JINNES’ê re axivî.
 
*Partiya Çep a Kesk nav guhert.  Bû Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan. Hun wek berdevka Meclîas Jinê hatin hilbijartin. Hûn nû ketin parlamentoyê jî.  Polîtîkayên lihember jinan çi ne, we çi dît? 
 
Jin her tim di tevlibûna nava xebat de pirsgirêkan dijîn. Di heman demê de bi perspektîfa jinê hilberînê dikin. Xetek wan heye û ev xeta têkoşînê her tim êrîş lê tê kirin.  Bêguman mafên hatine biderxistin hene û em behsa mijarekê nakin. Bi salane jin li dijî serdestiya mêr têdikoşin. Her roj her saniye divê di siyasetê de têkoşîn bê dayîn. Divê em li meclîsê bên nîqaşkirin. Têkoşîna siyasî di heman demê de têkoşîna zîhniyetekê ye. Em tevgereke jinan ya ku guherîn pêk aniye. Partiya me partiya jinê ye. li meclîsê jî bi vî ziman û argumanê têdikoşşe. Em behsa çend mehên dawî bikin. Parlamento qada serdestiya mêr e. Lê koma jinan a HEDEP’ê pir xurt e. Roja jinan dişopîne, van rojevan li meclîsê vedikin. Ne tenê li meclîsan li qadan çalakiyan, konferansan panelan pêk tînin.
 
*Xebatên Partiya Çep a Kesk demek kurt be jî çawa bûn, tespîtên der barê jinê de çawa bûn?
 
 Ji ber pêvajoya girtina HDP’ê em bi Partiya Çep a Kesk ketin hilbiajrtinan. Bêguman ev nîşan nade ku Partiya Çep a Kesk xwedî îdeolojiyek cuda ye. Bi fikriyata HDP’ê em bi Partiya Çep a Kesk ketin hilbijartinan. Vê pêvajoyê em bi gelek jinan re hatin gel hev. Me hevdîtin kirin. Tespîtên me yên heta îro tenê wek meclîsa jinan a partiyek siyasî nehat kirin. Em li qadan bi jinan re hatin gel hev me pirsgirêk tespît kirin û me polîtîka hilberandin.  Li şûna em li ser siyasetê polîtîkayê hilberînin me rengê jinê di siyasetê de da xuyakirin. Me wisa têkşîn meşand.
 
*Niha HEDEP heye hûnê çi bikin? We nexşerêyek çawa diyar kiriye an jî hûnê diyar bikin?
 
 Me piştî hilbijartinan hevîtinên jinan pêk anîn. Me komxebat pêk anî. Beriya kongreyê me konfernasa jinan û a tevlihev pêk anî. Yek ji biryara di konferansê de hat girtin xeta têkoşîna dema nû bû. Tûndiya li ser jinan ji zîhniyeta faşîst a hikûmetê serbixwe nîne. Xizaniya jinê mijarek cidî ye. Xizanî roj bi roj giran dibe. Tundiya li ser jinê bi awayekî sistematik didome. Di vê rewşa ku em bi polîtîkayên tundî û îstîsmarê ya desthilatdariyê re rû bi rû ne, li hemû qadan divê meclîsa me nexşerêya xwe bihûne. Li dijî polîtîkayên şer li dijî tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan em ê çalaki û bernameyên xwe bikin pratîkê.
 
*Li Kurdisanê polîtîkayên şerê tabyet bi awayekî sistematîk li ser jin û zarokan tên meşandin. Ev polîtîka çawa tên meşandin?
 
Dema şer tê gotin rewşa tunekirina fîzîkî dibe mijara gotinê. Lê şerê taybet şerekî îdeolojîk e. Ger ku şerê taybet mijarek îdeolojîk be wê demê divê têkoşîn jî bi awayekî îdeolojîk bê meşnadin. Di serî de hişmendiya jinê, piştevaniya jinê û çima li ser me zilm heyet, divê ev hişmendî bê avakirin û li civakê xebatên hişyarîkirinê bên kirin. Divê civak di vê mijarê de bên agahdarkirin.
 
*Ji bo çareseriya pirsgirêka jinan hinek kampanya hatin destpêkirin. Yek ji van jî kampanya HDP’ê ya "xizaniya jinan" bû. Encamên kirin rapor. Em ê di HEDEP’ê de xebatên çawa bibînin?
 
Xizaniya ku her diçe giran dibe polîtîkayeke şer ya wisa ye ku li şûna hûn tevli jiyanek demokratîk bibin, hûn jiyana civakî rêxistin bikin, hewl didin we bi birçîbûnê terbiye bikin. Desthilatdarî bi alîkariyên dide hewl dide jinan bi xwe ve gire bidin. Ev di heman demê de ji bo mirovan ji jiyana alternatîf ji têkoşînê dur bigirin tê meşandin. Yek ji biryarên me ev e ku têkoşîna li dijî xizaniya jinê ye. Me komxebatên buçteyê pêk anîn.  Me bi wezaretan re nîqaş kirin. Tespîtkirina pirsgisrêka jinê û gotina jinê li meclîsê xuyakirin girîng bû. Di vê demê de em ê hevdîtinên butçeyê bidin destpêkirin û nîqaşên butçeya wekheviya zayendî bikin.
 
*Hûn ber bi hilbijartinên herêmî ve diçin. Hûn xwe çawa amade dikin. Wek jin hûnê çi bikin?
 
Em ê polîtîkayên ku pergala hevserokatiyê li her derê bikevin jiyanê bimeşînin. Hilbijartinên herêmî di heman demê de  qadên ku her bajar polîtîka xwe lê diafirîne ye. Bêguman wê giştînameya me ya hilbijartinê ya pêşketî hebe. Di civînên li herêman bên kirin de wê der barê hilbijartinan de amadekarî hebin. Piştî konferansan wê xebatên hilbijartinan dest pê bikin.
 
*Yek ji mijara herî girîng a pêvajoya hilbijartinê Destura Bingehîn bû. Niha jî tê nîqaşkirin û di rojevê deye. Di alî jinan de desturek bingehîn ya çawa ye?
 
Ger ku desturek bingehîn bê çêkirin divê zemîna nîqaşkirina ku daxwazên jinan têde cih digirin, xetên têkoşînê yên ji paşerojê heta îro li her qadê hatine meşandin ya têkoşîna jinan divê hebe. Ev rêgeza herêmîbûnê ye. Divê bi demorkasiya herêmî bê destpêkirin ku destura bingehîn ya komarek demokratîk ava bibe.
 
*Li Rojhilata Navîn şer heye. Êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Başur û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
 
Li aliyekî mijara Fîlîstîn-Îsraîlê heye. Li şûna ku aştiya navbera Fîlîstîn û Israîlê bê avakirin motivasyona ku kî bi Israîlê re dikeve şer, pêk tînin. Li şûna heqîqet bê dîtin berovajî vê bi operasyonên dersînor dibêjin em li dijî terorê têdikoşin. Tişta jê re dibêjin terorîzm, dibe sedema jiyana jin û zarokan. Desthilatdariya vê bibîne yekane motivasyona wan dijminahiya li hember gelê Kurd e. Li hember Kurdan dijminahiyê pêş dixînin.  Li Rojhilata Navîn her roja ku em aştiyê neaxivin ev rewş tên jiyîn. Têkoşîna jinê ya Rojhilata Navîn, têkoşîna jinan a Kurd û Tirkiyeyê jî li dijî vê tê hûnandin.
 
*Di kongreyê de tecrîd bû rojev. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?
 
Birêz Ocalan demek dirêje di bin tecrîdek giran de ye. Yek ji daxwaza esas a kongreya me bidawîbûna tecrîdê bû. Dema em têkoşîna xwe dihûnin, hem jin hem jî di alî HEDEP’ê de em ê li dijî vê çalakiyên xwe pêk bînin û nîqaş bikin. Divê bê axaftin ku çima tecrîd nayê rakirin. Li ser paradîgmaya birêz Ocalan  tecrîd pêk tê. Dvê em vê bibînin. Ji bo rakirina tecrîdê em ê têkoşîna xwe mezin bikin.
 
*Ji hawirên krîz û şer  herî zêde jin bi bandor dibin. Di rewşa heyî de divê jin çi bikin? 
 
Divê em têkoşîna xwe rêxistin bikin û mezin bikin. Dema li dijî tiştekî têkoşîn bê dayîn , me kir an jî nekir nîne, em neçarin her saet her saniye xeta têkoşînê bilind bikin. Em neçarin hişmendî û xeta têkoşînê her roj bihûnin. Ji meclîsa jinan bigirin heta taxan di gelek qadan de divê em xeta têkoşînê ya dema nû bihûnin. Komele û saziyên têkoşîna jinan didin divê polîtîkayên aştiyê zêdetir bidin xuyakirin.