Zivistan wê ji bo erdhejzedeyan zehmet derbas bibe!

  • 09:03 30 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
AMED - Hevseroka Odeya Mîmaran a Amedê Selma Aslan da zanîn ku piştî erdhêja 6’ê Sibatê şûnde dsthilatdarî qels maye û mexduriyeta gel çareser nekiriye.
 
Di 6’ê Sibatê de navenda wê Mereş erdhêj pêk hat û bandor li 11 bajaran kir. Bi dehzarna kesî jiyana xwe ji dest da bi hezaran xanî hilweşiyan û zirar dîtin. Hilweşîn hîna didome. Yek ji van bajaran jî Amed bû. Hevseroka Odeya Mîmaran a Amedê Selma Aslan der barê tabloya pitşî erdhêjê derketiye holê de axivî.
 
‘Dema avahî tên hilweşandin tedbîr nayên girtin’
 
Selmayê da zanîn ku rayedaran dem bi dem der barê avahiyên bi xesar de daxuyanî dane û got: “Li gorî daneyên destê me de li Amedê 800 avahî hatine valakirin û wê bên hilweşadinê. Avahiyên îhaleya wan hatine kirin jî hilweşîna wan hîna didome. Ev hilweşîn dem bi dem hatin rojevê. Hat gotin ku dema tên hilweşandin divê tedbîr bên girtin. bi taybet jî di alî tenduristiyê de. Ji ber dema tên hilweşandin divê avdan jî bê kirin ku derdor nebe ax. Em vê dumanê dikşînin û ev dibe sedema nexweşiyan. Tê de her cureyê kîmyasalê heye. Li navendê 800  bi giştî 5 hezar û 100 avahiyên divê bên hilweşandinê hene.”
 
‘Hevpar bûn tune ye’
 
Selmayê wiha dirêjî daye: “Tirkiye herêma erdhêjê ye. TMMOB dem bi dem der barê vê de daxuyaniyê dide. Em li seranserê Amedê xebatan dimeşînin û tiştên hewce dibêjin. Em bi riya çapemeniyê parve dikin. Raporan amade dikin, lê bi rayedaran re hevdîtin û dan û standina fikr û hevkarî nabe. Piştî Wan û Îzmîrê di 6’ê Sibatê de erdhêjek pêk hat. Beriya erdhêjê TMMOB’ê rapor amade kiribûn.”
 
Bajar ji bo erdhêjê amade ne gelo?
 
Selmayê balkişand ser encamên cidî yên erdhêjê û got tevî vê li dijî erdhêjan tedbîr nayê girtin û wiha domand: “Piştî erdhêjê me got wê hinek guherîn pêk bên. Lê niha erdhêjek pêk bê gelo bajar ji bo vê amade ne. Tû amadekarî nehat kirin. Em emanetê Xwedê dijîn. Piranî avahiyên bi xesar tên hilweşandin û valakirin.  Mexduriyeta gel didome. Pirsgirêka starbûnê heye. Gel kon veda. Ji roja ewil de me got konbajar ne başin, ligel çem avakirina konbajar wê encamên cuda derxe holê. Me ev bi riya nivîsandin û çapemeniyê ragîhand lê kesî li ber çavan negirtin. Hewl dan zemîn baş bikin. Hewl dan pirsgirêka ronahiyê çareser bikin. Gelek xebat kirin û mirov kirine. Şertên demsalê xerab bûn. Ji ber vê jî neçar man vala bikin. li alî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê konteynir çêkirin. Lê pêşiya me zivistane wê mexduriyet zêde bibin.”