Îfadeya HDP’iyan li midûriyeta polîsan hat girtin

  • 20:16 29 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Îfade wergirtina rêveberên HDP’ê ya li miduriyeta polîsan temam bû. Hate zanîn ku fealiyetên HDP’iyan ên di çarçoveya xebatên partiyê de hatine pirsîn. 
 
Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zemîne Gokçe, Emrûllah Şenyuz û Nûrten Demîr di 27’ê cotmehê de di saetên serê sibê de di serdegirtinên malan de li navçeya Beylikduzu ya Stenbolê hatibûn binçavkirin. Îfadeyên Gokçe, Şenyuz û Demîr ên li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê hatin wergirtin. Hate zanîn ku endamên HDP’ê yên di çarçoveya guhdarkirina axaftinên wan ên bi telefonê hatine binçavkirin fealiyetên wan ên di çarçoveya xebatên partiyê de û serdanên malbatan hatine pirsîn. 
 
Hate diyarkirin ku Zemîne Gokçe, Emrullah Şenyuz û Nûrten Demîr dê sibê sewqî Edliyeya Stenbolê bên kirin.