Di sempozyuma bajar de balkişandin ser tecrîdê

  • 19:09 29 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Di roja duyemîn a Yekemîn Sempozyûma Bajêr de pirsigirêkên bajêr û çareseriyên têkildarî vê yekê hatin nîqaşkirin. aktîvîsta mafên jinan Gulîzar Îpek Bîlek jî di sempozyumê de axivî û got: “Li vî welatî tecrîdeke giran heye. Ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bibe, divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih.”
 
Lijneya Koordînasyona Bajêr a Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) a Mêrdînê, li Mêrdînê Yekemîn Sempozyûma Bajêr li dar xist. Sempozyûm li Eywana Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Mêrdînê di roja duyemîn de bi rûniştinan berdewam kir. Di sempozyûma pirsgirêkên bajêr û divê jinûve avakirinê de çi bêkirin hate nîqaşkirin de ewilî serenavê “Bajêr û Tenduristî” hate axaftin. Piştî pêşkêşiya Serokê Odeya Tabîban a Mêrdînê Mûstafa Volkan Bînbaş, aktîvîsta mafên jinan Gulîzar Îpek Bîlek li ser mijara “Di Rêveberiyên Herêmî de Polîtîkayên Jinan” axivî.
 
‘Ji bo rakirina tecrîdê divê her kes bikeve tevgerê’
 
Gulîzarê diyar kir ku qeyûm polîtîkayên ku destketiyên jinan hedef digirin, dimeşînin û bal kişand ser vî tiştî ku polîtîkayên qeyûman di encama têkoşîna jinan de dikarin bên pûçkirin. Gulîzarê, bal kişand ku qeyûman bi feraseteke ku jinan li bajaran di malan de dihelin sepandine û destnîşan kir ku têkoşîna li dijî polîtîkayên qeyûman bi feraseteke demokratîk, ekolojîk û azadîparêz a jinan dikare bê kirin.Gulîzarê di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Divê meclîsên taxan ên jinan bên avakirin û li her taxê berdevkên wan bên diyarkirin. Divê komîteyên hevgirtina jinan werin avakirin, koordînasyon û hevkariya bi saziyên sivîl ên civakî re were misogerkirin. Yek ji pirsgirêka herî zêde li Kurdistanê diqewime jî karkerên çandiniyê yên demsalî ne. Em dixwazin li cihê ku em lê ji dayik bûne têr bibin. Divê budçeyeke jinê bê afirandin. Pergala bûdceya ku ji aliyê zilaman ve hatiye avakirin pêwîste biguhere. Li vî welatî tecrîdeke giran heye. Ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bibe, divê her kes berpirsyariyên xwe bine cih û bikevin tevgerê.”
 ‘Koçberî nirxên manewî jî tune dike’ 
 
Civaknas Gamze Batgi ya pişt re axivî jî li ser mijara “Bajêr û Koçê” axivî. Gamzeyê, bi lêv kir ku bajêr qada mirovan a tecrûbe û civakîbûnê ye û wiha got: “Bi bajarvaniyê re guhertinên civakî pêk tên. Di heman demê de asîmîlasyon jî dikare bi koçberiyê re bê jiyîn, ne tenê cihên ku koçberiyê werdigirin, cihên ku koçberiyê dişînin jî dikevin bin bandorê. Bi koçberiyê re qutbûna ji nirxên manewî jî heye.”
 
Di rûniştina duyemîn a piştî navberê de Prof. Dr. Pelîn Tan jî mijara “Cih-Di çarçoveya qirkirinê de li bajêr jinûve hilberîn” pêşkeş kir û û çavdêrî û xebatên xwe yên li ser Filistînê parve kirin. Pelînê, der barê xebatên xwe yên li ser Bajarê Kevnar ê Darayê, Êlih, Heskîf û Mêrdînê agahî dan û bal kişand ser encamên qirkirina ekolojiyê ya li bajaran. 
 
‘Avakirina jinûve bi polîtîkayan pêkane’ 
 
Dû re Endamê MYK’a Odeya Endezyarên Elektrîk û Elektronîkê (EMO) Mehmet Orak bi serenavê “Bajêr û Enerjî” pêşkeşiyek kir. Mehmet ku bi şermezarkirina êrîşên li Rojava û Fîlîstînê dewam dikin dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ser girtiyên siyasî û hebûna tecrîdê destnîşan kir. Mehmet bi lêv kir ku tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û destnîşan kir ku weke sivîl ên civakî wan li ser rakirina tecrîdê û neheqiyên li welêt xebat meşandine, lê kêm mane. 
 
Piştî pêşkêşkirinan sempozyûm bi forûma bi sernavê “Divê çi bê kirin, çawa bê kirin” dewam kir. Di forûmê de beşdaran qala kîjan bajarî dixwazin û ji bo avakirina vî bajarî divê çi bê kirin, nîqaş kirin. Piştî forûmê, sempozyûma ku du rojan berdewam kir, piştî xwendina danezana encamê bi dawî bû.