Li Fransayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş

  • 16:46 29 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Fransayê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meş hatin lidarxistin.
 
Kurdistanî û dostên wan di çarçoveya Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ku di 10’ê cotmehê de dest pê kir, li gelek taxên paytexta Fransa Parîsê û li gelek herêmên din meş li dar xist.
 
Di meşên ku li banliyoyên Drancy, Evry û Vîllîers-le-Bel ên Parîsê hatin lidarxistin de, tecrîda li Îmraliyê hate protestokirin û azadiya Abdullah Ocalan hate xwestin.
 
Li herêma Normandiya û bajarê Rennesê jî bi heman armancê meş hatin lidarxistin. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin û pankartên bi wêneyên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.