Îmzekara 'Banga Aştiyê' Fatma Gok: Rola Abdullah Ocalan girîng e

  • 10:42 29 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - “Ev tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi rastî jî tecrîda aştiyê ye. Lêkolîner, Nivîskar, Siyasetmedar û yek ji îmzekarên Deklerasyona “Banga Aştiyê” Prof. Dr. Fatma Gok, diyar kir  ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan tecrîda li ser aştiyê ye. Fatmayê di heman demê de anî ziman ku divê çareserî bi gelên Tirkiye û Kurdistanê re bê pêkanîn û bang li hemû pêkhateyên civakê kir ku ji bo aştiyê bikevin tevgerê.
 
Li Kurdistanê li gel polîtîkayên şer û êrîşan ku dewam dikin, ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin tu agahî tune ye. Li dijî van polîtîkayan duh 78 kesên ku îmzakarên hemû aliyan e û di nav wan  de gelek akademîsyen, siyasetmedar, hunermend, nivîskar, rojnamevan û rewşenbîr jî hene bi navê “Banga Aştiyê” li Otela Elit Word a Taksîmê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
 
Ji her alî ve eleqeyek hebû
 
Li salona ku pankarta bi dirûşma "Banga Aştiyê" hatibû daliqandin gelek rojnamevanên ku di nav wan de yên ji qad naveteweyî jî hebûn amade bûn.   Li aliyê din gelek akademîsyen, siyasetmedar, hunermend, nivîskar, rojnamevan û rewşenbîrên ku metna deklerasyonê îmze kirin, her wiha parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê ya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diparêze, hevserok û endamên Şaxa (OHD) ya Stenbolê, Berdevkên Partiya Tevgera Kedê (EHP), Berdevkên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Marmarayê, Hevserokên Partiya Şoreşger, Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), gelek nûnerên saziyên sivîl û siyasetmedar jî tevli bûn.
 
Navnîşana çareseriyê diyar e: Abdullah Ocalan!
 
Di metna daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de muxatabê bingehîn Abdullah Ocalan e û di avakirina aştiyê de rola wî gelekî girîng e û wiha hat gotin: “Hewldana me li ser lêgerîna aştiyê û em dixwazin bibin rêwiyên aştiyê. Em di wê baweriyê de ne ku Ocalan ji bo civakîbûna aştiyê ku ji bo Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke dîrokî ye xwedî roleke girîng e. Îmzekaran bang li hemû pêkhateyên civakê kirin ku daxwazên xwe yên aştiyê bînin ziman û bi hev re têbikoşin. Ji îmzekaran lêkolîner, nivîskar, siyasetmedar û Prof. Dr. Fatma Gok jî got, “Pêwîste gel dengê xwe bilind bike û bikeve nava tevgerê ku çawa bi aşitiyê pêşde diçe, ne bi çek û şer. Ez hêvî dikim ku ev bang dê girseyên mezintir seferber bike. “Heta ku em aştiyê pêk neynin em dest ji têkoşînê bernadin."
 
Me li ser pêwîstiya aştiyê, israra çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, rola sereke ya Rêberê PKK'ê ya di çareseriyê de û bangên wî mîkrofona xwe dirêjî Fatmayê kir.
 
'Em di serdemeke ku ji nû ve pêwîstî bi aştiyê heye de ne'
 
Fatmayê, anî ziman ku di ciwaniya xwe de li dijî şerê Vîetnamê derketiye û wiha got: “Her tim ji me re dihat gotin ku pêwîstiya me bi aştiyê heye. Divê em îro dîsa vê yekê bibêjin. Ji ber ku em erdnîgariya Rojhilata Navîn, Kafkasya û Balkanan dibînin ku hêzên mîlîtarîst û alîgirên şer êrîşî mirovahiyê dikin." Fatmayê diyar kir ku tiştên li Filistînê qewimîn divê  hemû civak xwe jê berpirs bibîne û ev tişt got, “Tişta ku li Rojava qewimî jî wisa bû. Ev qirkirina bi darê zorê ya gelê Gazzeyê û koçberkirina bi darê zorê sûcê şer e. Divê em tevgereke wisa ya civakî pêş bixin. Bi vî awayî ez vê bangê girîng dibînim. Zêdeyî nîvê vî welatî li dijî şer e. Lê ger deng dernekeve tiştek çê nab."
 
'Gelê Kurd bi Rêbertiya xwe tê 'cezakirin'!'
 
Li aliyê din Fatmayê destnîşan kir ku tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê li ser tevahî gelê Kurd jî tê meşandin û got, “Ev tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi rastî tecrîda li ser aştiyê ye. Ji ber ku gelê Kurd bi Rêbertiya xwe tê 'cezakirin'. Ev rastiyek e. Ger hêzên şer bi vî awayî bi pêş ve biçin, ev tê wê wateyê ku bi rastî jî wekî pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015’an Abdullah Ocalan dikare bibe çareserî û teşeyekî cuda bide civakê. Gelên Tirkiyeyê jî wê de mê dîtin ku kurd çi dijîn. Divê pêvajoyek hebe ku hikûmet û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê bi hev re tevbigerin. Gelê Tirkiyeyê li dijî vê yekê derneket, ti kes li dijî Pêvajoya Çareseriyê derneket. Lê şer bi ser ket, hêzên desthilatdar û hikûmeta wê demê pêvajoya aştiyê bi dawî kir. Ev tiştekî ku li ber çavên me ye û di dîroka nêz de gelek tişt fêrî me kiriye.Piştî wê em dibînin ku xizanî jî zêde dibe."
 
Di  daxwaza aştiyê de israr dikin!
 
Fatmayê diyar kir ku wan her tim banga aştiyê kirine û got, “Dema ku Kongreya Demokratîk a Gelan hat avakirin me kampanyayeke mezin pêk anî. Min got 'Ji bo çareseriyê diyalog, ji ??bo jiyanê aştî.' Lê aliyê herî krîtîk ev e ku em ê vê çawa civakî bikin.  Ji bo vî karî mirovên pir girîng hewce ne ku bi rastî jî rêve bibin. Sebahat Tuncel kesa ku ev kampanya organîze kiriye û ked daye ye. Di sala 2014’an de ji bo civakîbûna aştiyê me li Enqereyê civîneke mezin pêk anî. Ev pêk nehat. Ji ber ku yên vê yekê dixwazin pir xurt in û hêza wan heye ku bi amûrên zorê yên dewletê dengan bitepisînin. Niha em ê çi bikin?Em ê vê yekê bigihînin cihekî bi temamî cuda. Bêguman ji bo vê jî divê em bi awayekî xurt bixebitin û  daxwazên xwe yên bi israr ên aştiyê zêde bikin."
 
'Banga ji bo aştiyê bibihîzin dikim'
 
Fatmayê diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û aştiyê rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku 33 mehe bi tu awayî jê agahî nayê giritn pir girîng e û got "Pêdivî ye ku em bikevin nava liv û tevgerê. Bi her kesî re vê civakbûyînê derxînin asteke din û bang li hemû pêkhateyan dikim ku banga ji bo aştiyê bibihîzin."