Li Rojava li dijî êrişan meş hat lidarxistin

  • 16:27 28 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin. Di êrişên dawîn de ji fermandarên QSD'ê Şiblî Şiblî jiyana xwe ji dest dabû û zarokek û jinek birîndar bûbûn.
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta tirk ên li ser herêmê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Herî dawî dewleta tirk duh maleke li Dêrikê ya Qamişloyê bombebaran kiribû, di encamê de ji fermandarên QSD'ê Şiblî Şiblî jiyana xwe ji dest dabû û zarokek û jinek birîndar bûbûn.
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên girseyî ji bo şermezarkirina êrişên dewleta tirk hatin lidarxistin.
 
Meclisên Kombûna Jinan a Zenûbiya yên Tebqa û Reqayê daxuyanî dan û diyar kir ku dewleta tirk bi balafirên xwe yên bêmirov û moşekan sûcên xwe didomîne.
 
Ji bo rexnekirina helwestên navneteweyî, her du meclisan di daxuyaniyên cuda de destnîşan kir civata navneteweyî li hember van êrişan bê deng e. Endama meclisê Macîde Kerîm li Tebqa û endama rêveberiya Mala Jin li Reqayê Ruqeye El Tayih daxuyanî xwendin.
 
Her du meclisan di daxuyaniyên xwe de bal kişand ser bombebarana dewleta tirk a li dijî maleke li Dêrikê ku di encamê de ji fermandarên QSD'ê Şiblî Şiblî jiyana xwe ji dest da. 
 
Her du meclisan sersaxî da malbata şehîd Şiblî Şiblî û got civata navneteweyî berpirsa êrişan e û divê sînorekê ji dagirkerî û sûcên dewleta tirk re deyne.
 
Qamişlo
 
Li Qamişloyê meclisa bajêr daxuyaniyek li pêş avahiya xwe bi beşdariya endamên komîteyê yê girêdayî meclisê da. Endamê meclisê Ekrem Reşîd daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta tirk ên li dijî gel û binesaziyê hatin şermezarkirin û hate gotin gelê herêmê herêma xwe rizgar kir û li dijî alîgirên Erdogan û terorîstên din li ber xwe da û anî ziman ku ji lew re dê ev şoreş dewam bike û destkeftiyên wê werin parastin.
 
Tirbespiyê 
 
Li aliyekî din jî Meclisa Navçeya Tirbespiyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Hevseroka meclisê Nalîn Zekî li pêş avahiyê daxuyanî xwend.
 
Meclisê destnîşan kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi rê û rêbazên cuda dewam dike, êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmê parçeyek ji vê komployê ye.
 
Çilaxa
 
Endamên meclisên sivîl û xizmetguzarî yên li Çilaxa; ji Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan, nûnerên partiyên siyasî kom bûn û daxuyaniyek li ser êrişan da. Hevserokê Meclisa Navçeya Çilaxa Yûnis Fetah li Qada Şehîd Mahsûm daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin bi salan e dewleta tirk bi rêya êrişên xwe yên li dijî herêmê yên li pêş çav û guhên civata navneteweyî ya bêdeng hewl dide hêviyên gelê Sûriyeyê têk bibe.
 
Girkê Legê
 
Meclisa Navçeya Girkê Legê êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Endamê Nivîsgeha PYD'ê ya li navçeyê Fener Silêman li pêş navenda Rêveberiya Dibistanan a li têketina aliyê rojhilatê navçeyê daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin ev êriş hemwextî salvegera kuştina serçeteyê DAIŞ'ê Ebû Bekir El Bexdadî ku di hembêza Erdogan de mezin bûye, pêk hatin.
 
Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta tirk hewl dide tola wî serçeteyî hilîne, divê civata navneteweyî jî helwesteke tund li hember sûcên li dijî herêmê nîşan bide û destwerdana lezgîn ji bo parastina xelkê û binesaziyan bike.
 
Til Koçer
 
Pêkhateyên Til Koçerê ya Qamişloyê bi daxuyaniyekê ev êriş şermezar kirin. Endamê meclisê Mehmûd Salih li pêş Meclisa Şaredariya Gel a Til Koçerê daxuyanî xwend û wiha hate gotin: "Em pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi yekitiya xwe xwedî hêz in û em ê li hember tevahî êriş û xeteriyên li dijî herêmên me bisekinin. Em ji şehîdan re dibêjin ku em şopdarên rêya we ne."
 
Amûdê
 
Li navçeya Amûdê ya Qamişloyê jî saziyên civaka sivîl bi beşdariya endamên saziyên sivîl, xizmetguzarî, jin û perwerdeyê daxuyanî da.
 
Berdevka Rêveberiya Dibistanên navçeyê Hena Xalid daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de îşaret bi durûtiya Erdogan û sûcên wî li hember gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin û wiha hate gotin: "Erdogan bang dike ku şerê li dijî Filistînê dermirovî ye û li wir welatî şehîd dibin, koçber dibin. Pirsa di vir de gelo êrişên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina wî ji binesazî û fermandarên çeteyên DAIŞ'ê têk birine re û binpêkirinên wî li dijî xelkê ne dûrî rêgezên mirovî û qanûnî ne? Ev sûc û kiriyar li pêş çavên cîhanê pêk tên."
 
Til Hemîs
 
Xelkê navçeya Til Hemîsê, endamên saziyên sivîl bi daxuyaniyekê ku ji hêla endamê meclisê Ehmed El Casim ve hate xwendin, sûcên dewleta tirk ên li dijî gelê Sûriyeyê şermezar kirin û hate gotin ev yek nîşaneya kîn û terora dewleta Tirk a li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.