ÎHD: Sedsala komarê bû sedsala siyaseta bêgorbûnê jî

  • 14:18 28 Cotmeh 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD’ê di çalakiyên piştgiriya ji Dayikên Şemiyê re çîroka Huseyîn Toraman ê di bin çavan de hate windakirin parve kir û wiha got: “Sedsala komarê di heman demê de bû sedsala windakirinên di bin çavan de û siyaseta bêgorbûnê jî.”
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), çalakiyên xwe yên piştevaniyê yên bi Dayikên/Mirovên Şemiyê re vê hefteyê jî domandin. Di daxuyaniyên li gelek bajaran hatin kirin de piştgiriya Dayikên Şemiyê yên ketina wan a Qada Galatasarayê hate astengkirin hat kirin û faîlên kesên di binçavan de hatin windakirin û qetilkirin hate pirsîn.
 
Di daxuyaniya vê hefteyê de çîroka Huseyîn Toraman ê di sala 27’ê cotmeha 1991’an de di bin çavan de hate windakirin hate xwendin. Şaxên ÎHD’ê yên Rîha, Wan, Edene, Mêrsîn, Antalya û Îzmîrê bi armanca piştevaniya Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê daxuyaniyên hevpar dan û wiha gotin: “Sedsala komarê di heman demê de bû sedsala windakirinên di bin çavan de û siyaseta bêgorbûnê jî.”