Armita ya 28 roj in di komayê de bû jiyana xwe ji dest da

  • 10:49 28 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Armîta Girawend a bi hinceta serê xwe negirtiye îşkence lê hat kirin û 28 rojan di komayê de ma, jiyana xwe ji dest da. 
 
Hefteyek berê mirina mejî ya Armîta Girawend (16) a bi hinceta serê xwe negirtiye îşkence lê hat kirin û 28 rojan di komayê de ma, pêk hatibû. Hinek jêderkan diyar kirin ku Armitayê li nexweşxaneya Fecrê ya Tehrana Îranê jiyana xwe ji dest daye. Hengawê ji ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal eşkere kir ku Armitayê jiyana xwe ji dest daye.