Rêvebira HEDEP'ê Hulya Ateş hat binçavkirin

  • 10:43 28 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
HATAY - Endama Meclîsa Partiyê ya HEDEP’ê Hulya Ateş bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kiriye” hat binçavkirin.
 
Li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê polîsan serê sibehê avêt ser mala endama Meclisa Partiyê ya HEDEP’ê Hulya Ateş. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û paşê Hulya kirin binçavan. Hat zanîn ku Hulya bi îdiaya “porapaganda rêxistinê kiriye” hatiye binçavkirin û wê birin Midûriyeta Polîsan a Îskenderûnê.