Dayika Ezgî Zerkîn: Desthilatdarî dijminê jin, zarok û xwezayê ye

  • 09:03 28 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
Nazlican Nujîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Gumanbar Denîz Ozarslan, Ezgî Zerkîn qetil kiribû û di ser bûyerê re 15 meh debas bû. Dayika Ezgiyê, Ziynet Zerkîn da zanîn ku pêşiya qetilkirina jinan nayê girtin, gumanbar nayên girtin û got desthilatdarî dijminê jin, zarok û xwezayê ye.
 
Li Tirkiyeyê qetilkirina jinan roj bi roj zêde dibe û gumanbar jî bi cezayên wek xelat tên cezakirin. Ligel vê hinek gumanbar qet nayên girtin jî. Di 29’ê Tîrmeha 2022’yan de li Îzmîrê jina bi navê Ezgî Zerkîn ji aliyê gumanbar Denîz Ozarslan ve ku pê re di asta destberdanê de bû hat qetilkirin. Gumanbar Denîz Ozarslan 15 meh in nayê girtin. Dayika Ezgiyê Ziynet Zerkîn bertek nîşanê rewşê da û got gumanbar tê parastin.
 
‘Kî alîkariyê dide vî kujerî?’
 
Ziynetê di axaftina xwe de diyar kir ku dema emniyet bixwaze hema dibîne û got: “Emniyet zarokên ji bo zikê xwe têr bikin nan didizin efû nake. Keça min hat qetilkirin. 15 meh derbas bû. Lê kujer hîna nehatiye dîtin. 36 dosyayên wî yên sûc hene. Ev mirov kî ye ku nayê dîtin. Kî piştgiriyê dide vî kujerî? Di roja îro de kesên têkoşîna jiyanê didin bi zorê debara xwe dikin. Gelo kî lêçûnên mirovan dide. Xuyaye jê re pere jî tê razandin. Ez bêjim çi ?”
 
15 meh in nayê dîtin
 
Ziynetê bertek nîşanê rewşê da û wiha vegot: “15 meh in gumanbar nayê girtin. Ji ber vê dozê jî dest pê nekiriye. Li ser dosyayê biryara veşariyê heye. Parêzerê me jî nikare tevli dosyayê. Hat gotin ku ev biryar ji bo delîl neyên reşkirinê ye. Gelo ev di darazê de evqas hêsan e. Wê kî delîlên me reş bike? Kî ji kê ditirse? Keça min a ciwan a 31 salî ji jiyana wê kir. Tirkiye bûye welatê qetilkirina jinan. Hema hema her roj jin tên qetiklirin. Min ji bo Ezgiyê pir têkoşîn da. Beriya Ezgî bê qetilkirin em pir caran çûn qereqolê. Me biryara dûrxistinê girt. Em çûn qereqolê me gilî kir. Em hatin mala xwe gumanbar hat mal em tehdîd kir dijûn kir. Dema ev dikir jî biryara dûrxistinê hebû.”
 
Ev mirin ji ber binpêkirinan pêk hat
 
Ziynetê bi lêv kir ku di qetilkirin û negirtina gumanbar de gelek îhmal hene û  axaftina xwe wiha berdewam kir: “Tevî me navnîşana gumanbar da polîsan gotin nikare tu tiştekî bike. Ev mirin di encama xeleka binpêkirinan de pêk hat. Qanûn jinan naparêze û gumanbaran jî nagire. Qanûn û cezayê bi bandor tune ne mixabin.  Bi armanca piştgiriyê ez tevli dozên qetilkirina jinan dibim. Keça min jî her tim li alî bindestan bû. Lê li dadgehan tiştekî bala min kişand. Parastina hemû gumanbaran weke hev in.”
 
‘Dijminê jinê, zarok û xwezayê ne’
 
Ziynetê wiha dawî lê anî: “Ezgiyê doza destberdanê li Denîz Ozarslan vekir. Doz piştî ku Ezgî hat qetilkirin bi encam bû. Di 25’ê cotmehê de dozek din hat dîtin. Beriya mirina keça min me gumanbar gilî kiribû. Li keça min dabûn. Me rapora lêdanê girtibû. Lê 15 meh piştî gilîkirinê gazî me kirin. Lê êdî Ezgiyeke ku bê parastin tunebû. Bila ev edalet wêran be. Ne jinan diparêzin ne jî kujeran digirin. Ev desthilatdarî dijminê jinê, zarokan û xwezayê ye.”