Walitiyê gotibû hatiye girtin: Endamê DAIŞ’ê yê zarok revandibû hat berdan

  • 22:43 27 Cotmeh 2023
  • Rojane
ENQERE- Walîtiya Enqereyê diyar kiribû ku endamê DAIŞ’ê Sabbah Alî Oruç yê zaroka Êzidî revandibû Tirkiyeyê û di ‘înternetê de’ derxistibû firotinê, hatiye girtin. Lê hat hînbûn ku rêveberê DAIŞ’ê SAbbah Alî Ourç piştî îfadeyê hatiye berdan.
 
Walîtiya Enqereyê der barê revandina zaroka Êzidî ya ji aliyê endamê DAIŞ’ê ve ku anîbû Tirkiyeyê û li ser înternetê derxistibû ber firotinê, daxuyanî dabû. Walîtiyê diya rkiribû ku zarok kirine bin parastinê û Sabbah Alî Oruç yê DAIŞ’î jî hatiye girtin. Lê derket holê ku Sabbah Alî Oruç hatiye berdan.