Xwendekar li qadane: Êdî bes e!

  • 20:38 27 Cotmeh 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwan ji bo Zeren Ertaş a li Aydinê li  Yurda Guzelhîsar a Keçan a  KYK’ê dima û di encama ketina asansore de jiyana xwe ji dest da,daketin qadan û gotin êdî bes e, kesê di vê bûyerê de bepirsin bila bên darizandin.
 
Bertekên ciwanana li dijî  mirina Zeren Ertaş a li Aydinê li  Yurda Guzelhîsar a Keçan a  KYK’ê dima û di encama ketina asansore de jiyana xwe ji dest da, didome. Lig elek bajaran ciwanan bûyer protesto kirin.
 
Riha
 
Meclîsa Ciwanan a Rihayê ya  HEDEP’ê û xwendekarên zanîngeha Harranê  der barê mirina Zeren Ertaş de daxuyanî dan. parlamentere HDP’ê yê Rihayê Ferît Şenyaşar jî pişgirî da daxuyaniya li ber deriyê Kampusa Osmanbey ya Zanîngehê hat dayîn.
Li ser navê ciwanan Muhsîn Aydogdu axivî û da zanîn ku polîtîkayên rejîma AKP-MHP’ê bandorek mezin liser ciwanan dike û ciwan ji ber xizanî û fikarên pêşerojê nikarin debarê bikin nikarin hewcedariyên xwe peyda bikin. 
Muhsîn da zanîn ku heta ku pirsgirêkên Yurdan çareser nebin wê têkoşîn axwe bidomînin, li kolanan bin. Parlamenter Ferît Şenyaşar jî got hemû kesên divê bûyerê de berpirsin divê bên darizandin.
 
Dêrsîm
 
Li Dêrsîmê jî xwendekarên zanîngeha Munzurê li Qada Seyîd Riza ji bo Zerenê daxuyanî dan û nûnerên saziyan û partiyên siyasî piştgirî dan daxuyaniyê. Eylul Yantemîr daxuyanî xwend û da zanîn ku li yurda Guzelhîsar a Aydinê ya girêdayê KYK’ê cînayet hatiye kirin û tevî ku bi dehan carî xwendekarna hişyar kirine jî asanson nehatiye çêkirin. Eylulê da zanîn ku wê ji vê pergala ku wan dikujin hesab bipirsin.
 
Mersîn
 
Xwendekarên Zanîngeha Mersînê jî der barê Zerenê de li ber zanîngehê daxuyanî da. Li ser navê xwendekaran Elîf Kokesmer daxuyanî xwend û got wê hesab ji rayedaran bipirsin.
 
Îzmîr 
 
Li îzmîrê jî xwendekarên zanîngehê li Qada Kuçukpart a Bornovayê daxuyanî dan û diyar kirin ku ev bûyera di encama îhmalkariyê de hatiye jiyîn cinayete û banga hesabpirsînê li hemû kesî kirin.
 
Edene
 
Xwendekarên Zanîngeha Çukurovayê jî li Qada Ciwanan a ser Riya Bendavê daxuyaniyek dan û mirina Zerenê protesto kirin. Ozge Turkoglu daxuyanî xwend û da zanîn ku bûyera hatiye jiyîn cinayete û divê kesên div ê mijarê de berpirsin hesab bidin.