Cenazeyê Zeren Ertaş hat veşartin

  • 15:47 27 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê Zeren Ertaş a ku encama ketina asansora li Wargeha Xwendekaran a KYK’ê ku lê dima jiyana xwe ji dest da li Goristana Kurtkoyê hate veşartin. Bavê Zerenê, Akin Ertaş êşa xwe bi van gotinan anî ziman: “Bila canê tu zarokan neşewite, bila agir nekeve mala tu dayik û bavan.”
 
Li Wargeha Xwendekarên Keçik a girêdayî KYK’ê ya li navçeya Efeler a Aydinê di encama ketina asansorê de xwendekara bi navê Zeren Ertaş jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo Zeren a xwendekara pola 4’an a Fakulteya Zanîstên Îdarî û Siyasî ya Zanîngeha Adnan Menderes merasîma cenaze hate lidarxistin. Cenazeyê Zerenê ewilî anîn ber deriyê mala wê ya li Kurtkoy a navçeya Pendîk a Stenbolê. 
 
Malbata Zerenê, xizm û hevalên wê û gelek xwendekarên zanîngehê cenazeyê Zerenê pêşwazî kirin. Cenazeyê Zerenê piştî duayên li vir hatin kirin, ji bo wecîbeyên olî birin Mizgefta Navendî ya Kurtkoyê.
 
Bavê Zerenê, Akin Ertaş ê li mizgeftê axivî, êşa xwe bi van gotinan anî ziman: “Bila canê tu zarokan neşewite, bila agir nekeve mala tu dayik û bavan.”
 
Cenazeyê Zerenê ji bo bê veşartin birin Goristana Kurtkoyê û li vir bi girîn û şînê hate veşartin.