Doza endama Piştevaniya Mor, Dîdar Gul hat taloqkirin

  • 13:37 27 Cotmeh 2023
  • Hiqûq
ÎZMÎR - Bi hinceta gotinên ji bo Wezîrê Karê Navxweyî yê Berê Suleyman Soylu yên daxuyaniya têkildarî bertekdayina ji bo cezayê Onur Gencer ê Deniz Poyraz qetil kir doz li endama Piştevaniya Mor, Dîdar Gul hatibû vekirin. Rûniştina dozê taloqî 28'ê Mijdarê hat kirin. 
 
Têkildarî cezayê li Onur Gencer ê Deniz Poyraz qetil kir, hatibû birîn li Îzmîrê daxuyanî hatibû dayin. Bi hinceta gotinên ji bo Wezîrê Karê Navxweyî yê Berê Suleyman Soylu yên daxuyaniya têkildarî bertekdayina ji bo cezayê Onur Gencer ê Deniz Poyraz qetil kir doz li endama Piştevaniya Mor, Dîdar Gul hatibû vekirin. 2'yemîn rûniştina dozê li 27'emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Edliyeya Bayrakli hat dîtin. Piştevaniya Mor rûniştin şopand. 
 
Piştî îfadeya Dîdarê dozger ji bo mutalayê daxwaza dosyayê kir. Heyeta dadgehê rûniştin taloqî 28'ê Mijdarê kir.