ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2023'YAN

  • 09:00 27 Cotmeh 2023
  • Rojev
 
*"Partî ku hêza rêxistinkirî ya îradeya kolektife, wek nûnerê girseyê tê venasîn û bandora partiyê ya veguhertinê teng dike. Partî ku rewşa forma îradeya kolektife, dikare bibe pusulaya mekanîzma parastina cewherî ya di têkoşîna jinê de." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ 
 
*Dirûnkarên Amedê balkişandin ser qeyrana aboriyê ku her diçe kûr dibe û diyar kirin ku bihayê qumaş gelek zêde bûye û ne gel dikare bikire û ne jî ew dikarin karê bikin. DÎMEN HEYE
 
*Endama Meclîsa Şaredariya Heskîfê Zozan Şîmşek da zanîn ku li dijî êrîşên desthilatdariyê ji bo keda jinê bidin xuyakirin û bêjin êdî bes e kampanya dane destpêkirin û got ku  bi vê kampanyayê bersivê didin van êrîşan. DÎMEN HEYE
 
*Besna Tosun ku hîna zarok bû bavê wê Fehmî Tosun di bin çavan de hat windakirin, li Qada Galatasarayê ji bo dîtina bavê xwe têkoşîn nas kir, di çalakiya hefteya 968’emîn de bi 6 kelepçeyan hat binçavkirin û îşkencekirin. Besnayê serlêdana sûc kir û wiha got: "Em ji qadê wêdetir hezkiriyên xwe dixwazin. Ez banga piştevaniyê li hemû kesî dikim. " DÎMEN HEYE
 
*Piştî Tirkiyeyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt şûnde ji 5’ê Cotmehê heta niha bi balafirên şer, SÎHA û çekên giran îstasyonên ceyran, av, petrol û gazê jî di nav de 44 îstasyon û nexweşxane hatin bombebarankirin û bi dehan kes di êrîşan de hatin qetilkirin. Bertekênli dijî êrîşan li her derê didomin.