Xwendekaran mirina Zerenê protesto kirin

  • 21:40 26 Cotmeh 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Zeren Ertaş ya li Yurda Xwendekarên Keç a Guzelhîsar dima, di encama ketina asansöre de jiyana xwe ji dest da. Xwendekarên mirina Zerenê protesto kirin. Polîsan êrîşê xwendekaran kirin û binçavkirin.
 
Li navçeya Efeler a Aydinê li Yurda Xwendekarên Keç a Guzelhîsarê duh bi şev asansör ket û Zeren Ertaş jiyana xwe ji dest da.  Çalakiyên xwendekaran yên der barê mirina Zerenê de didomin.
 
Îzmîr
 
Xwendekarên Zanîngeha Egeyê der barê mirina Zerenê de li ber yurda KYK ya zanîngeha Egeyê daxuyaniyekdan û piştre jî li ber Kuçukpark a Bornovayê daxuyanî dan. Li ser navê xwendekaran Fadîme Ozdemîr axivî û diyar kir ku xwendekar terkî mirinê tên kirin û got ew vê qebûl nakin bûyera haatiye jiyîn ji ber îhmalkariyê pêk hatiye û ne qezaye cinayete.
 
Denîzlî
 
Xwendekarên zanîngehê yên endamên Ciwanên Azadîxwaz li Denîzliyê li ber Yurda Keçan a KYK’ê ya navçeya Pamukkaleyê daxuyanî dan.Li ser navê xwendekaran Kubra Asdemîr axivî û da zanîn ku tehemula wan ji mirinê re, ji xizanî, koletiyê re nemaye û bang li hemû xwendekaran kir ku hesab bê pirsîn.