Zanistan pergala perwerdeya Rojava nîqaş kirin

  • 19:38 26 Cotmeh 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek zanistên ji welatên cuda sîstema perwerdeya Rojava, asta pêşketina raman û civakîbûna di dema şoreşê de, nîqaş kirin.  
 
Zanistên cîhanê sîstema perwerdeya şoreşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş kirin. Gotûbêj bi pêşengiya Zanîngeha Rojava bi navê “Diyaloga Zanyarên Cîhanî bi Zanîngeha Rojava re” bi rêya online pêk hat. 
 
Kî beşdar bun
 
Di gotubêjê de Endamê Meclîsa Nûneran a Fîlîpînê û Profesorê Civaknasiyê yê Zanîngeha Binghamton Prof. Walden Bello, Profesorê Antropolojiyê yê Kolombî-Amerîkî yê Zanîngeha Karolinaya Bakur Prof. Arturo Escobar, Profesorê Antropolojî û Erdnîgariyê yê Zanîngeha Bajarê New Yorkê Prof. David Harvey, Hîndekara Zanîngeha Cork a Îrlandayê Dr. Theresa O'Keefe amade bûn.
 
Li ser navê Zanîngeha Rojava jî Rêveberê Beşa Têkiliyan a Zanîngeha Rojava Dr. Mistefa Alamholo, Mamoste Rohan Mistefa, Hevserokê Enstîtûya Zanistên Civakî û Mirovî ya Zanîngeha Rojava Dr. Serdar Saadi, Hevseroka Fakulteya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava Sorgul Ebdulselam û Mamosteya Beşa Jineolojiyê Zozan Sîma beşdar bûn.
 
Di gotûbêjê de li ser sîstema perwerdeyê ya li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, asta pêşketina ramyariyê, têkoşîna ji bo pêkanîna demokrasî, wekheviya zayendî, tevlîbûn û jiyana hevpar a li hemberî kêşeyên derve, êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê, wate û girîngiya Jineolojî nirxandin hatin kirin. Her wiha pirsên li ser van mijaran hatin bersivandin.