Xwendekaran bang kirin ku zema ji bo xwarinê bidawî be

  • 18:02 26 Cotmeh 2023
  • Rojane
ÎZMÎR - Xwendekarên Zanîngeha Dokuz Eylulê ji bo zema ji bo xwarinê bê vekişandin kampanya îmzeyan dabû destpêkirin û kampanya bidawî bû. Li Kampusa Tinaztepe xwendekar hatin gel hev û daxuyaniyek dan. Xwendekaran diyar kirin ku divê zema ji bo xwarinan bidawî be.
 
Xwendekarên Zanîngeha Dokuz Eylulê di rojên borî de li dijî zema ji bo xwarinan kampanya îmzeyan da destpêkirin. Piştî bidawîbûna kampanyayê xwendekar li kampusa zanîngehê hatin gel hev û daxuyaniyek dan.
 
Dîlarîn Soylu ku daxuyanî xwend da zanîn ku krediya xwendekaran ya hezar û 250 TL ye ne pêkane xwendekare pêk xwedî bibe, lê bistire û lêçûnên veguhestinê çareser bike.
 
Dîlarînê daxwazên xwendekaran wiha rêz kir:
 
“*Bila Rêveberiya Zanîngeha Dokuz Eylulê zema ji bo xwarinê bikşîne.
 
*Bila xawarinên ku mirovan têr dikin, yên baş bidin û şert û mercên xwarinê bên avakirin.
 
*Bila pergala rezervasyonê bê betalkirin.
 
*Bila butçeya zanîngehê li gorî hewcedariyên xwendekaran bên xerckirin, bila lêçûnên butçeyê bi awayekî zelal ji pêkhateyên zanîngehê re bê pêşkêşkirin.
 
*Di mijarên wekê xawrinê de bila nêrîna xwendekar û pêkhateyên zanîngehê bê girtin.”