Li Minbicê li dijî tecrîdê çalakî hat lidarxistin

  • 15:16 26 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û xelkê wê bang li rêxistina mafên mirovan û CPT'yê kir ku xebateke cidî ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber ê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk bînin û got ew ê çalakiyên xwe ji bo vê armancê dewam bikin.
 
Di çarçoveya çalakiyên banga azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê bi beşdariya endamên rêveberiyê, komîte, saziyên girêdayî wê, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, meclisên bajêr, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Kombûna Jınan a Zenûbiya û xelkê bajêr li Yarîgeha 4'ê Nîsanê daxuyaniyek da.
 
Hevseroka Meclisa Rêveber a Minbicê Nezîfe Xilo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin her tim hêzên kapîtalîst û tevahî rejîmên desthilat hewl didin çi fikreke azad ku gel xwe dispêrin biçewisîne û li dijî tevahî kesayetên xwedî ev taorî û di serî de taoriya neteweya demokratîk a bi serkêşiya Rêber Abdullah Ocalan kiryarên çewisandinê pêk tîne.
 
Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî nemaze CPT'yê hate kirin ku rweşa Abdullah Ocalan bişopîn û di civînên NY'ê yên taybet bi mafên mirovan û girtiyan de nîqaş bikin.
 
Di dawiyê de hate gotin ew ê di oxira pêkanîna şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de pêngavên xwe dewam bikin.