Li Rojhilata Navîn li dijî krîz û şer çareserî: Modernîteya demokratîk

  • 09:05 26 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar dike ku çavkaniya pirsgirêkên Rojhilata Navîn hewldana  vakirina netew-dewletê ya ji aliyê kapîtalîzmê ve ye û got alternatîf bi avakirina modernîteya demokratîk dikare pêk bê.
 
Di navbera Israîl û Fîlîstînê de ji 7’ê cotmehê şerê hatiye destpêkirin didome. Ev 3 hefteye şer didome û di serî de jin û zarok bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da. Li ser sedem û çareseriyan nîqaş tên meşandin û çavkaniya esas a şer nayê dîtin. 
 
Riyên nû…
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku modernîteya kapîtalîst ev du sed sale hewl dide xwe li Rojhilata Navîn ava bike û got rêbazên reformist ne rêbazên çareseriyê ne, ev ne rastin û tenê refromên bi hevkariya YE’ê re dikarin bi derfet bin.Abdullah Ocalan vê nirxandinê dike: “Ji bo reformên YE’ê  ne dîrok û rojevîbûna civakî ya Rojhilata Navîn dest didin. Lêgerîna riyên nû ji ber vê rastiyê dertên holê. Îslama radîkal, komara îslamî, lêgerînên cemaetê ne teorîk ne pratîk, nake derd ku modernîta kapîtalîst çareser bike. Bernameya wan ya azamî modernîta kapîtalîst a îslamiye. Derdê wan eve ku bibin dewleta selefi- calvînîst û civak û dewletê bigirin dest.  Tiştên bi netewperestiyê nikarin bikin bi îslamê dikin.”
 
‘Ya krîz û kaos yan jî modernîteya demokratîk’
 
Abdullah Ocalan di berdewamiyê de wiha dibêje: “Li Rojhilata Navîn pêşxistina teza modernîteya demokratîk li dijî modernîteya kapîtalîst fezeke ku pêş bikeve. Şert û mercên dîrokî û civakî vî şansî zêde dike. Der barê şert û mercan de dirûşme ev e’ ya her tim krîz û kaos ya jî modernîteya demokratîk’.  Dersa ji tecrubeya YE tê girtin xeleka reforma civakî ya borî ye. Bi derfetên ji vir tên girtin avakirinên civakî û siyasî pêkanin. Atengiya li pêş YE’yê ya xwe bigihîne civaka ekolojîk heye. civakên li ser komir û  çeîk hatine avakirin antîekolojîkin. Xuyaye di pergalê de reform tenê têr nake. Li Rojhilat Navîn dema gava şênber ji bo modernîteya demokratîk bê avêtin ev şane. Bêguman ji derve kopî kirin epê nagire. Di du sed salên dawî de hatiye dîtin ku kopîrkirin pê nagire.
 
Sedema krîza netew dewletê
 
Di 200 salên dawî de netew-dewlet sedema vê krîzê ne. Ji ber di mijara reformên  YE de ne jîrin krîz û kaos mezin dibe. Tevî hegemonya wan bi tifaqa DYA-YE’ê  ye, riya xwe nabîn û netewa-demokratîk pêk nayê.  Ev rewş hem krîza global giran dike û hem jî her tim aloziya kaotik zêde dike. Wekê ku tola xwe bigire.
 
Sêyemîn şerê cîhanê…
 
Abdullah Ocalan diyar kir ku tiştên li Rojhilata Navîn tên jiyîn sêyemîn şerê cîhanê ye û wiha domand: “Kes nikare sêyemîn şerê cîhanê înkar bike. Çarçove û dem li gorî du hebên ewil dirêje.  Li herêmê potansiyela xwe nûkirinê ya pergalê tuneye. Ya pêk tê rixandin û belavbûne.”
 
Abddullah Ocalan di berdewamiyê de van nirxandinan dike: “tez-antîtez- sentesz di navenda dîrokê de carek din neçare bikeve tevgerê.  Ji ser çanda giştî hewce bi tevgerekê û hewldanekê heye. Sînorên Suriye, Iraq û Komara Tirkiyeyê, di şerê yekemîn yê cîhanê de ji hegemonya Îngîlîz û Fransayan mîrate maye, çanda civakî dîrokî div ê esasê de parçe bûye, ev di encama polîtîka jeo-stratejîk parçe bike- bi rêve bibe pêk hatiye. Heta bi kurahî ev neyê emkirin û bi encamên wê neyên dîtin li Hîlala bi Dane yekineyên çandên watedar nikare bê avakirin.”
 
Dîcle- Firat Çanidî-av û enerjiya komun
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku ji bo li herêmê çareseriyek pêk bê gava ewil têkoşîne û wiha anî ziman: “Gava yekem eve ku biçin Dîcle-Firat Çandinî-Av- Komuna Enerjiyê. Ev di alî pêşketina civakî û dîrokîbûnê de girînge. Dema ev yekbûn hebe em dizanin ku wê mucîzeyên civakî hebin. Bi modela komunal a aborî dikare komunên civakî bê pêşxistin.
 
Ahlaqî û polîtîkbûn
 
Pirsgirêka sereke ya komunan polîtîkbûn û ahlaqîbûne. Bi modernîteya demokratîk ev dikarin bên bidestxistin. Hewcezay Dîcle- Firatê ji bo çandiyê av, enerjî û axê zêde zêde pêşkêş dike. Heta ev materyal tunebin civakîbûna ekolojîk û aborî jî pêk nayê. Lê ev materyal bi tena serê xwe titşekî nakin.  Divê neyên jibîrkiri ku akaemiyên ewil yên dîrokê Zîguratên Sumeran, Nîpur, Babîl, Nisêbîn, Riha, Malên Zana yên Bexdayê îfadeya ku şaristanî bê wan nikarin bisekinin e.
 
Modernîteya demokratîk bê akademî nikare pêş bikeve.   Li dijî cîhana akademik a di krîzê de ye ya modernîteya kapîtalîst, wek alternatîf rêxistinbûn  hebe wê demê civaka aborî ekolojîk jî pêkane.  Heta yekîneyên ekolojîk-aborî yekîneyên teknolojik yên îdealin. Qada herî bi fêde ya teknolojiye qada bikaranînê ya civakî ye.
 
Şerê navbera modernîteyan
 
Di civaka Rojhilata Navîn de şoreşa teknolojik herî zêde ji bo civaka ekolojîk-aborî hewce dike. Di vî alî de şoreşa teknolojik dij endustriyalîste. Koletiya teknolojiya di xizmeta endurstyalîmzê de dibe koletî û hilweşînê. Lê teknolojiya di xizmeta civaka ekolojîk û aborî de dibe jiyana azad û demokratîk. Modernîteya kapîtalîst bi sermaye, endustirî û netew dewletê, çadna civakî pelçiqandiye û parçe kiriye. Li dijî vê peywira esas; avakirina modernîteya demokratîk, civaka polîtîk-ahlaqî, sosyalîst-demokratîk û ekolojîk û aboriye.”