ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2023'YAN

  • 09:00 26 Cotmeh 2023
  • Rojev
 
*Jinên Gundê Panîkê ku bi bazirganiya deriyê sînor debara xwe dikin diyar kirin ku li aliyêekî qeyrana aborî bandorê li wan dike û li aliyê din jî ji ber girtina deriyên sînor di warê debarê de zahmetiyan dikişînin û daxwaza ku bila derî bên vekirin kirin. DÎMEN HEYE
 
*Di van rojên ku demsala zivistanê nêz dibe de, Gala Wanê ya ku avabûna rojê rengê xwe yê sor didiyê, li gel rengê sor veduguhere gelek rengên din ên cûr bi cûr û mirov ji temaşekirina wê têr nabe. JIN GALERÎ   
 
*Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar dike ku çavkaniya pirsgirêkên Rojhilata Navîn hewldana  vakirina netew-dewletê ya ji aliyê kapîtalîzmê ve ye û got alternatîf bi avakirina modernîteya demokratîk dikare pêk bê.
 
*Komeleya Jinan a Rosa ya 5 sal in li Amedê û derveyê wê bi jinan re di nava piştevaniyê de ye, bi rêveberiya xwe ya nû têkoşîna xwe didomîne. Endama Lijneya Rêveberiya Komeleyê Ezgî Sila Demîr, diyar kir ku wek komeleya di bin sîwane, rêgez  û şertên xwe de xebatên xwe dimeşînin. DÎMEN HEYE