Li Ewropayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan kon hatin vedan

  • 16:48 25 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya pêngava ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd de li welatên Ewropayê çalakiyên konvedanê tên lidarxistin.
 
Çalakiyên di çarçoveya Pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriy siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de li 74 navendan dest pê kir, dewam dikin. Çalakiya kon a ku duh li gelek bajarên Ewropayê dest pê kiribû dewam dike, îro jî li hin cihên din çalakiyan dest pê kirin.
 
Bi fransî û îngilîzî agahî
 
Îro li bajarê Bordeaux ê Fransayê kon hate vedan û bi zimanên Fransî û Îngilîzî agahî hatin dayîn. Di çalakiya kon de pirtûk û belavokên Abdullah Ocalan ên der barê tecrîdê de li gelê derdorê hatin belavkirin.
 
Broşur hatin belavkirin
 
Çalakiya kon a ku li bajarê Kopenhagê yê Danîmarkayê dest pê kir, di roja duyemîn de berdewam kir. Di çalakiyê de ji bilî belavokên li dijî tecrîdê ku hatin belavkirin broşûrên ku fikrên Ocalan tê de cih girtin  jî  hatin belavkirin.
 
Çalakiya kon bi pêşengiya jinan hat lidarxistin
 
Çalakiya kon a ku duh li bajarê Den Haag ê Hollandayê dest pê kir, di roja duyemîn de berdewam dike. Di roja duyemîn a çalakiya li ber Parlamentoya Hollandayê de bi pêşengiya tevgera jinên Kurd, ji bo agahdarkirina tecrîdê û hişyarkirina gel belavok hatin belavkirin. Çalakgeran diyar kirin ku armanca wan ew e ku dengê xwe bigihînin girseyên mezin.