Li Îdirê jinan bertek nîşanî tiryak û fûhûşê dan

  • 14:59 25 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
ÎDIR - Bi pêşngiya TJA’yê li Îdirê li dijî tiryakê û bûyera zaroka ku bi tecawizê re rû bi rû mabû daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de, hat gotin ku zarok di hedefa desthilatdaran de ne û li dijî fûhûş û tiryakê banga mezinkirina têkoşînê hat kirin. 
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) der barê zêdebûna bikaranîna tiryakê û bûyera zaroka ku ji aliyê 6 kesan ve bi tecawizê re rû bi rû ma û fûhûş lê hat ferzkirin de daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî li ber avahiya HDP’ê hat dayîn. Rêvebirên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Hevseroka DBP’ê ya Îdirê Oya Malgaz ve hat xwendin. 
 
‘Ev berpirsyariya me hemûyan e’
 
Oya, anî ziman ku jin û ciwan dînamîzma vê xakê ne û got ji ber vê yekê berê jin û ciwanan didin tiryakê û fûhûşê. Oya, diyar kir ku di pêvajoyek bi vî rengî de li dora civakê bi tora tiryakê hatiye pêçandin û wiha domand: “Li dijî vê pergala ku berê jin û ciwanan dide bikaranîna tiryakê û fûhûşê em ê bi gel û malbatên xwe re bibin asteng. Em ji vir bang li desthilatdarî û rayedaran dikin; Ev jehr ji bo tevahiya civaka me tehlûke ye. Ev jehra ku kevneşopiya vî welatî xirab dike, em hemû jê berpirsiyar in.”
 
‘Em ê dengê xwe bilind bikin’
 
Oya, bal kişand ser zaroka ku ji aliyê 6 kesan ve bi tecawizê re rû bi rû ma û fûhûş lê hat kirin û destnîşan kir ku gelek bûyerên bi vî rengî tên jiyîn. Oya, bi lêv kir ku zarok di hedefa desthilatdariyê de ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zarokên me pêşî fêrî tiryakê dikin û piştre fûhûşê li wan didin ferzkirin. Îro di hemû tax û kolanên Îdirê de tiryak tê bikaranîn û firotin. Zarokên ku fûhûş li wan tên ferzkirin, gef li wan tê xwarin. Ji ber vê yekê nikarin ji malbatên xwe re tiştekî bêjin. Ger ku em bêdeng bimînin dê zarokên me jî bi vê yekê re rû bi rû bimînin. Bi taybetî divê dayik bêdeng nemînin. Îro li Îdirê ji sedî 80’ê ciwan tiryakê bi kar tînin. Ji bo ku em zarokên xwe biparêzin divê em gav bavêjin. Li dijî vê yekê em ê dengê xwe bilind bikin. Em bang li hiqûqnas, rêxistinên jinan û zarokan dikin ku li cem malbatan bisekinin. Em xwedî li ciwan û jinan derbikevin ku sûc bê ceza nemînin.”
 
Piştî daxuyaniyê belavokên derbarê tiryakê de li navendê hat belavkirin.